26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Heta sibê Pêşmerge dê wan navçeyan ku ketine bin destê DAIŞê bi temamî kontrol bike

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info-Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmergeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, li navçeya Şingalê û Zumar şer di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewame û hêzên Pêşmerge jî di pêşiyê de ye.

Helgurd Hîkmet, rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanêji KDP.info re ragihand: “Pêmerge bi temamî ji operasiyonê amadekiriye û hêzek mezin hatiye komkirin û şer li Şingalê û Zumar di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê de dest pêkiriye û hêzên pêşmerge di pêşiyê de ne.”

Helgurd, got jî: “Piştî êrîşa Pêşmergeyên Kurdistanê bo ser DAIŞê niha navçeya Rabîhe dîsa ketiye destê pêşmerge û hinek ji navçeyên Şingal û Zumarê kontrol kirine.”

Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmergeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, “tê çaverê kirin ku heta sibê hêzên Pêşmerge temamî wan navçeyan kontrol bike ku ketine bin destê çekdarên DAIŞê.”

Nûçeyên têkildar