26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Tilkêfê şer berdewame.. Bendava Mûsilê di bin kontrola Pêşmerge de ye

Çavkanî: KDP.info

Tilkêf-KDP.info- Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, nûçeya destdanîna ser bedava Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ret dike û dibêje ew bendav di bin konkrola hêzên Pêşmerge de ye. Herwiha got li bajerokê Tilkêfê hîna şer berdewame.

Seyîd Memozînî, berpirdê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Mûsilê, ji KDP.info re ragihand: “Li navçeya Waniyê ya ser bi qeza Tilkêfê şer di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê berdewame û hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ne û berevaniyekê baş dikin.”

Seyîd Memozînî got jî: “Ew nûçeyên behsa wê yekê dikin ku bendava Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatiye kontrolkirin derewin û ew bendav di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.”

Nûçeyên têkildar