Çekên baş di ber destê me de ye.. Pêşmerge li hêviya fermana Serok Barzanî ye ji bo êrîşkirinê

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, niha hêzên Pêşmerge li navçeyê Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê di berevaniyê de neû pêwîstî bi fermana serok Barzanî heye jib o êrîşkirinê, lê efser dikarin hêzên Pêşmerge li wan navçeyên ku şer têde qewimiye, bilivînin. Herwiha tekez dike ku çekên Pêwîst di ber destê pêşmerge de ne ji bona berevaniyê.
Helgurd Hîkmet, berpirsê ragihandina wezareta pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Niha hêzên pêşmerge, çekên baş ketine ber destê wan ji bona berevaniyê û heta niha çek ji derve bo wan nehatiye.”
Emîd Helgurd got jî: “Niha hêzên Pêşmerge li navçeyê Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê di berevaniyê de neû pêwîstî bi fermana serok Barzanî heye ji bo êrîşkirinê lê efser dikarin hêzên Pêşmerge li wan navçeyên ku şer têde qewimiye, bilivînin. Herwiha tekez dike ku çekên Pêwîst di ber destê pêşmerge de ne ji bona berevaniyê.”
Hikmet zêdeter got: “Serokê Herêma Kurdistanê bi eşkere ragihandiye ku me daxwaza çekan ji dostên xwe kiriye û komîteyek ji wezareta Pêşmerge jî pêkhatiye û serdana Amarîka kiriye ji bo ku hevkariya Hêzên Pêşmerge were kirin, lê heta niha ti çek di rêya belafirxaneya Hewlêrê ya navdewleyî nehihiştiye Herêma Kurdistanê û eger gehişt emê eşkere bikin.”
Herwiha amaje bi wê yekê da ku “şer li sînorê Şingalê di navbera Pêşmerge û DAIŞê de berdewame.”




