Pêşmerge ji Şingalê venekişyaye û xelkê ji êrîşênDAIŞê rizgar dike

Şingal_KDP.info- Nûnerê Kurdên Êzdî li encûmena parêzgeha Mûsilê dibêje, hêzên Pêşmerge hinek cih li navçeya Şingalê vala kirine û xelik ji DAIŞ rizgar kirin, herwiha amadekariyên temam hatine kirin ji bo ku êrîşê bikin û wan navçeyan kontrol bikin.
Seydo Çeto, Nûnerê Kurdên Êzdî li encûmena parêzgeha Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Şeva borî komelgeya Girzer û Girûzêr û Sîpa Şêx Xidir, şer di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de dest pêkir û heta îro sibehê berdewam bû, û ji ber wê yekê jî hijmarek mezin ji welatiyên wan navçeyan ji bo çiyayê Şingalê koçber bûne.”
Sedo Çeto, got jî, “piştre hêzên pêşmerge ji bona rizgarkirina xelkê ew navçe valakirine û xelik rizgar kirine, û niha hêzek mezin jî pêşmergeyan hatine Deverê û biryare êrîş bikin ser DAIŞê û wan navçeyan kontrol bikin.”
Nûnerê Kurdên Êzdî li encûmena parêzgeha Mûsilê herwiha got jî, “hêzên pêşmerge di amadebaşiyê de ne û xelkê wan navçeyan hevkariya Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.”




