26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Elî Ewnî: DAIŞ Şingal kontrol nekiriye.. Hêzek Mezin û bi çekên giran gehişt deverê

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info-Berpirsêkî Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bilî ku nûçeya kontrolkirina Şingalê red dike û radighîne ku hêzekî mezin bi çekên giran gehişt deverê û dibêje divê hemû xelkê Kurdistanê li her beşeke Kurdistanê bizanin ku em xwedî dijminekî hevbeşin û ew herşeye li ser Herêma Kurdistanê û ji hemû aliyekî ve bandora xwe li ser me hemûyan heye.

Elî Ewnî, derbarê wî şerê ku ev du rojin li Şingalê berdewame, ji KDP.info re ragihand: “Ne raste, Şingal ji aliyê DAIŞê ve nehatiye kontrol kirin, lê guşarek mezin li ser wê navçeyê ye. Şerekî mezin berdewame. Pêşmerge xweragire û bi moralekî bilind berevaniyê dike.”

Ewnî got jî: “Ev şereke û hatiye pêşiya me û divê em bikin, ji bo parastina axa xwe divê em li ser berxwedanî û berevaniyê berdewamin.”

Elî Ewnî, got jî: “Îro hêzekî mezin bi serokatiya Mensûr Barzanî, efserê Fermandeya herdû leşkerên taybet yên Yek û Gulanê û bi çekên giran gehiştin deverê û tê çaverê kirin ku rewiş di berjewendiya me de were yek alî kirin.”

Ewnî got: “Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatên mezin yên cîhanê kiriye ku ji bona şerê terorê pêwîste ji aliyê çekan ve hevkariya hêzên Pêşmerge bikin, herwiha ji aliyê menewî ve jî piştgiriya pêşmerge bikin.”

 

Nûçeyên têkildar