25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balyozê Amarîka yê berê: Iraq bûye sê perçe

Çavkanî: KDP.info

 

Ajans-KDP.info-Balyozê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yê Iraqê (DYA), dibêje: “Iraq bûye sê perçe: Kurdistan, Şiîstan, Cîhadistan.”

Ryan Kroker ku ji 2007ê heta 2009ê li Iraqê balyozê Amarîkayê bû, dibêje Iraq li ser sê bingehan dabeş dibe. Bi taybetî jî demê borî de DAIŞê dest danî ser perçeyeke mezin ya axa Iraqê û bi vî awayî ew welat bû sê beş: “Li başûr Şiîstan, li nêvê Cîhadistan û li bakur jî Kurdistan.”

Kroker metirisya DYAyê jî anî ziman ku ew ditirsin Iraq yekser bibe sê dewletên biçûk û komên terorîst ji wan cihan terorîzm û tundiyê bigihînin welatên din ên cîhanê.

Nûçeyên têkildar