Dîplomatkarekî Îranî: Barzanî qet dest ji serxwebûna Kurdistanê bernade

Ajans-KDP.info-Dîplomat û balyozê berê yê Îranê li Urdinê, Nesretulla Tacîk dibêje ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qet dest ji serxwebûna Kurdistanê bernade.
Li gor Xeber onlayin a Îranî, Nesretulla Tacîk dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi pey serxwebûna Kurdistanê de ye û qet jî dest jê bernade. Herwiha zehmete jî di vê qonaxa niha de ji vêna kêmtir razî bibe. Ligel vêna jî hejmarek welatên Rojava jî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin.”
Tacîk tekez kir ku Amerîkî jî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin û wiha axifî: “Amerîkî bi awayekî formalîta qala yekparçeyiya Iraqê dikin, lê ji aliyekî din ve jî di sektora ewlekarî û aborî de alîkariya Kurdistanê dikin.”
Tacîk nerînên xwe wiha anîn ziman: “Hestê giştî ew e ku Kurd ber bi serxwebûnê ve diçin û bi rastî jî pêdiviya wan ji federaliyê zêdetir heye û dixwazin serbixwe petrola xwe bifroşin.”




