26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rebîhe: Pêşmerge bi tundî bersiva DAIŞê da

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info-Şeva borî çekdarên DAIŞê, li sînorê Rebîhe êrîş kirin ser hêza pêşmerge, lê pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî bersiva wan dan û ew çekdar şikenandin.

Efsrê Fermandeya Sipîlik, Lîwa Ebdulrehman Kewrînî, ji KDP.info re ragihand: “Şeva borî çekdaên DAIŞê li sînorê navbera Rebîhe-Sinûn êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge û me jî bi tundî bersiva wan da û me ew bi awayekî mezin şikenandin.”

Lîwa Ebdulrehman Kewrînî, herwiha diyar kir ku “di wê rûbirûbûnê de ziyanekî mezin gehştiye DAIŞê û hijmarek mezin ji wan hatin kuştin û birîndar kirin.”

Kewrînî got jî “cihê dilxweşiyê ye ku tu ziyan negihiştiye pêşmergeyên Kurdistanê.”

 

Nûçeyên têkildar