PDK-S: Pêwîste hêzeke hevbeş di navbera her du Encumenên Kurdî de were avakirin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Rêxistina Dirbêsiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) civîneke siyasî û rêxistinî li lidarxist û Siûd Mele got Pêwîste hêzeke hevbeş di navbera her du Encumenên Kurdî de were avakirin.
Herwiha civîna ku li bargeha (PDK-S) ya bajarê Dirbêsiyê lidarketibû bi amadebûna sekretêrê Partiyê Siûd Mele û Mihsin Tahir endamê polîtbîroyê û Mihemed Seîd Wadî endamê komîteya navendî ya (PDK-S) birêve çû.
Li gor Rojava Fm, Siûd Mele bi awayekî berfireh li ser rewşa partiyê ji destpêka avakirina Yekîtiya Siyasî û ta piştî lidarxistina kongireyê yekîtiyê li bajarê Hewlêrê axivî.
Mele li ser wê yekê jî axivî ku di dema dawî de gellek astengî li pêşiya partiyê hate dayîn ji aliyê Asayişa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD ve.
Sekretêrê (PDK-S) behsa mêkanîzma aktîvkirin û tevlihevbûna rêxistinên her çar partiyan di nava partiya nû de kir.
Li ser hevdîtinên di navbera partiya wan û Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD de Mele nerîna xwe nih kir û got ku divê wiha hevdîtin di navbera her du Encumanan de lidarbikeve.
Di dawiya axaftina xwe de Mele behsa rewşa niha ya ku li deverê diqewime û derbasbûna komên tundrew û pêwistbûna avakirina hêzeke hevbeş di navbera her du Encumenên Kurdî de kir.




