Kewrînî: Heta ku em Mûsilê kontrol nekin em nasekinin.. Çekê giran ketiye destê me

Zumar-KDP.info- Efserê Fermandeya Sipîlik dibêje, hêzêm Pêşmerge bi temamî xwe amade kirine û ji hemû aliyekî ve êrîşên bi tund dikin û heta ku ew Mûsilê kontrol nekin, ew nasekinin.
Lîwa Ebdulrehman Kewrînî, Efserê Fermandeya Sipîlik dibêje, ji KDP.info re ragihand: “Me xwe kom kiriye, em ji hemû aliyekî ve amadene û gelek çek ji mere hatine, çekên giran jî di nav de ne, emê êrîş bikin ser Mûsilê, heta ku em kontrol nekin, em nasekinin.”
Lîwa Ebdulrehman Kewrînî dilgiraniya xwe jî li hember wan gotinan nîşan da, ku dibêjin Zumar û Keskîn ketine bin kontrola DAIŞê, û dibêje: “Em bi temamî amadene ku em êrîşbikin ser Mûsilê.”
Kewrînî dibêje: “Çekdarên DAIŞê hatine şikestin û bi sedan kuştî û birîndarên wan hene.”
Herwiha Lîwa Ebdulrehman Kewrînî diyar kir ku “heta niha me ji ber xelkê Mûsilê êrîş nedikir, lê ku ew bi vî awayî êrîş bikin ser me, emê jî wek persivekê êrîş bikin ser Mûsilê da ku em kontrol bikin.”




