26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Di şerê Zumarê de.. Hijmara kuştî û birîndarên DAIŞê zêdetir ji 160an e

Çavkanî: KDP.info

Zumar-KDP.info- Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Zumarê dibêje, ev 2 rojin şer di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewame û hêzên pêşmerge ziyanekî mezin gehandine DAIŞê, ku tenê doh 160 ji wan hatine kuştin û birîndar kirin.

Salih Mîranî, Berpirsê navçeya Pratiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Zumarê, ji KDP.info re ragihand: “Ev 2 rojin DAIŞ li sînorê Zumarê ji çend aliyekî ve êrîş dikin û serkeftî nebûn û hatin şikestin, ji ber ku hemû hêza xwe kom kiribûn û pilanek danîbûn ku destê xwe deynin ser Zumar, lê ji aliyê hêzên Pêşmerge bi tundî li wan dan û hemû hewlên wan hatin şikestin.”

Derbarê ziyanên wan jî, Mîranî got: “Ziyanekî mezin gehandine DAIŞê, ku tenê doh sibehê 60 kes ji wan hatine kuştin û êvarê jî 100 çekdarên wan hatin kuştin û birîndar kirin.”

Nûçeyên têkildar