26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamentrekî PDKê dest ji palamentoyê berdide û dibe Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterê Partiya Demokrat a kurdistanê (PDKê), Arî Hersîn, daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê dike ku pileyekî leşkerî bide wî da ku biçe rêzên hêzên pêşmerge û dset ji karê xwe wek parlamenter bedide ji bo ku berevaniyê li axa Kurdistanê bike.

Parlamenterê PDKê, Arî Hersîn, di nameyekê vekirî de daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kir da ku razî bibe li ser dest ji karberdana wî ji parlamentoya Kurdistanê û pileyekî leşkerî di nav hêzên Pêşmerge de bide û ew biçe eniyên şer.

Di peywendiyekê telîfonî de Arî Hersîn ji KDP.info re got: “Ez rijdim li ser helwîsta xwe, eger daxwaza min neyê qebûl kirin, dîsa ezê wek pêşmergeyekî biçim bo bervanîkirina Kurdistanê.”

Ew parlamenterê PDKê dibêje: “Min nameya xwe arastey Serok Barzanî kir, ji ber ku ew bilindtirîn desthelate li Herêma Kurdistanê. Pêwîste helwîsta me hebe, da ku em bikaribin kêşeyên xwe çareser bikin.”

Arî Hersîn dibêje: “Ez nikarim li malê rûnêm û pêşmerge li sengeran şer bikin, dixwazim biçim û bibim pêşmerge û berevaniyê li axa Kurdistanê bikim.”

Nûçeyên têkildar