26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hoşyar Zêbarî: Sedema sereke ya têkçûna Iraqê Malikî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî derbarê krîza siyasî û ewlekariyê ya Iraqê de berpirsên Iraqê tohmetbar kirin û tekez kir ku divê lêpirsîn ligel wan were kirin.

 

Di vê derbarê de Hoşyar Zêbarî ji televizyona El-Erebiye re got: “Sedema serekî ya krîza niha ya siyasî û ewlekariyê ya Iraqê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Nûrî Malikî, wezîrê navxwe û wezîrê berevaniyê ne.”

 

Zêbarî da zanîn ku “ji xeynî Nûrî Malikî ku berpirsê yekem ê krîza Iraq û bihêzbûna grûba Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAİŞ) ye; Hejmarek aliyên din jî tawanbar in di têkçûna proseya ewlekarî û siyasî ya Iraqê de.”

Nûçeyên têkildar