26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesîhî daxwaz dikin deşta Mûsilê bikeve ser Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info-   Welatiyên Mesîhî yên deşta Neynewayê daxwaz dikin ku deverên wan bikevin ser Kurdistanê.

 

Parlementera Keldanî, Siryanî û Aşûrî ya deşta Neynewayê, Wehîde Yaqo Hirmoz ragehand ku “piraniya welatiyên Mesîhî yên deşta Neynewayê ji desthilata Bexdayê bêzar bûne û daxwaz dikin deverên wan jî weke deverên din bikeve ser Kurdistanê û ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve were îdarekirin.”

 

Yaqo Hirmoz eşkere kir ku “piraniya welatiyên Mesîhî yên devera deşta Neynewayê dibijin ku eger bikevin ser Kurdistanê hîn baştir dikarin bibin xwedan jiyaneke şerefmend û bi azadane bijîn û îbadetên xwe yên olî bicîh bînin.”

 

Hirmoz herwiha eşkere kir ku em niha daxwaza wê yekê dikin ku bilez li deşta Neynewayê de refrandomek li ser vê pirsê were kirin daku şîniyên deverê di vê derbarê de biryara xwe bidin jiber ku piraniya şîniyên deverê daxwaza vê yekê dikin ku devera wan jî bikeve ser sînorên Kurdistanê û ji aliyê hikûmeta Kurdî ve were îdarekirin.

 

Ev demeke rêxistina DAIŞê gefan li mesîhiyên Mûsilê dixwe ku eger ji Mûsilê dernekevin dê bên kuştin lewra piraniya wan jî berê xwe didin Herêma Kurdistanê, DAIŞî ji wan dixwaze ku yan vegerin ser ola îslamî yan jî bacê bidin xilafeta îslamî eger ji van her du rêyan yekê qebûl nekin wê demê dê bi şûran bersiva wan bidin.

 

Nûçeyên têkildar