26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Navenda CAP: Êdî dema wê hatiye ku Amerîka dest bavêje pirsa kurd û piştgiriya pêvajoya aştiyê bike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Navendeke lêkolînê ya Amarîka bi nave (CAP-Navenda Pêşketina Amerîka) raportek li ser Kurdan amade kiriye û têde dibêje Êdî dema wê hatiye ku Amerîka dest bavêje pirsa kurd û piştgiriya pêvajoya aştiyê bike, herwiha di raporê de şîret li Amarîkayê hatine kirin da ku xwe nêzîkî hêzên kurdî bike.

 

Navendeke lêkolînê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya bi navê Center for American Progress (CAP-Navenda Pêşketina Amerîka) ku nêzîkî hikûmeta Obama ye, li ser pirsa kurd raporeke 53 rûpelî amade kir.

Di raporê de hatiye gotin ku eger Amarîka çavên xwe ji pirsa kurd re bigire, nikare çareser bike. Ji ber wê jî dema wê hatiye ku dest bavêje vê pirsê û bandoreke erênî li Tevgera Netewî ya Kurdî bike.

Di wê analîza CAPê de hatiye gotin ku Amarîka ji pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê razî ye Amerîka jî dikare bi kurdên Sûriyê re bikeve têkiliyê û wiha hatiye ziman: “Eger PKK xwe tam tevlî pêvajoya aştiyê bike wê demê dê mafê wê yekê bidest bîne ku navê wê ji lîsteya terorê ya Amerîka bê derxistin.”

Li gorî nûçeya peyamnêrê rojnameya Posta212 a tirkên DYAyê, Îlhan Tahir, di rapora CAPê de hatiye gotin ku hebûna Herêma Kurdistanê û hêzên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê li hember komên cîhadî yên mîna DAIŞê û şerê mezhebî nîşana aramiyê ne.

Di raporê de her wiha tê gotin ku divê Amarîka siyaseta xwe ya li hember hêzên kurdî ji nû ve li ber çavan re derbas bike. 

Di beşa şîretan a rapora CAPê de nivîskarên mîna Michael Werz û Max Hoffman dibêjin, bila Amarîka ji derve de piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bike. Werz dibêje, Tirkiye û Amerîka ji bo aramiya herêmê pêwîstî bi şirîkên nû ne. Ji xwe Tirkiye ji nêzîk de bi Herêma Kurdistanê re kar dike wê demê dikare xwe nêzîkî kurdên Sûriyê jî bike. 

Max Hoffman jî dibêje, rapora CAPê şîretan li Amarîkayê dike ku têkilî û siyaseta xwe ya li hember hêzên kurdî yên li Tirkiye, Sûriye û Iraqê sererast bike. 


Hinek şîretên ku di raporê de li Amarîkayê hatine kirin da ku xwe nêzîkî hêzên kurdî bike, wiha ne:

- Xuya ye li Sûriyê heta mafekî mîna federalîzmê nedin kurdan li wî welatî heta demeke dirêj lihevhatineke siyasî çênabe.

- Eger DYA çavên xwe ji pirsa kurdî re bigire nikare wê pirsê çareser bike.  Êdî dema wê 

Nûçeyên têkildar