26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serdanên Serok Barzanî bo eniyên şer di meydyaya Tirkiyê de

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Medyaya Tirkiyeyê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li pêşmergeya kirî, bi şiroveyan weşand.

Mesûd Barzanî bi mebesta Cejna Remezanê serdana pêşmergeyên di eniyên şer de kiribû. Ew serdanan di medyaya Tirkiyeyê de îro cih girt.

Haberturkê  bi serenavê, “Pêşmerge bo DAIŞê xwe amade dike” nûçe weşand û gotinên Mesûd Barzanî wiha nîşan da: “Li hemberê DAIŞê nîşanên şerî.”

 

Di rojnameya Tarafê de jî nûçeyê li serdana pêşmerge, bi vê serenavê cih girt: “Barzanî banga parastina Rojava kir.” 

Rojnameya Cumhuriyetê jî nûçe bi serenavê, “Ji Barzanî bangawaziya Rojava” da. Di nûçeyê de gotinen Barzanî wiha hatin nivîsandin: “Hûn çawa Başûrê Kurdistanê diparêzin, dîve wisa hûn birayên xwe yên Rojavayê jî biparêzen û alîkariya wan bikin.”

Nûçeyên têkildar