Pêncem keştiya petrola Kurdistanê sibê birê dikeve

Hewlêr-KDP.info- Berpirsên sektora enerjiyê ya Tirkiyê ragehandin ku pêncem keştî ya petrola Herêma Kurdistanê hildigire û vediguhêze bazarên cîhanê, îro li bendera Cîhan tê barkirin.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê li ser zarê berpirsên sektora enerjiyê ya Tirkiyê belav kiriye ku îro (31.07.2014) pêncem keştî ku petrola Herêma Kurdistanê hildigire li bendera Cîhan a Tirkiyê tê barkirin û sibê birê dikeve.
Li gor heman ajansê, keştiya bi navê Kamari ya ku dê petrola Herêma Kurdistanê lê were barkirin doh 30’ê Temûzê gehiştiye bendera Cîhan a Tirkiyê û biryar e îro yek milyon bermîl petrola xav bar bike.




