26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Tu qedexeyeke Amerîkayê li ser guhestin û firotina petrola Kurdistanê nîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku tu qedexeyeke Amerîkayê li ser ceguhestin û firotina petrolê nîne li her beşekî İraqê be û her pêşniyareke berevajiya vê siyasetê jî ne rast e.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê İraqê Brett H. McGurk, derbarê wê keştiya ku petrola Kurdistanê barkiribû de û li peravên wilayeta Teksasê rawestiya ye, helwêsta welatê xwe eşkere kir.

Brett McGurk, bi rêya şeş twîtan li ser pêgeha twitterê helwêsta Amerîkayê wiha tîne ziman: “Ez dê hinek agahiyan li ser pirsa petrola hinardekirî ya Kurdistanê bo derve û keştiya ku li derdora peravên Teksasê rawestiya ye, bînim ziman. Siyaseta Amerîkayê zelal û eşkere ye ku dahata petrolê li Iraqê bo hemû gelê Iraqê ye û divê ev pirsgirêk li gor destûra Iraqê were çareserkirin.”

McGurk ku li ser pirsgirêka petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de zêdeyî salekê li ser xetê ye bo dîtina çareseriyekê, bi awayekî eşkere dibêje: “Tu qedexeyeke Amerîkayê li ser ceguhestin û firotina petrolê nîne li her beşekî Iraqê be û her pêşniyareke berevajiya vê siyasetê jî ne rast e.” McGurk herwiha daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir ku vegerin ser maseya diyalogê û vê pirsgirêka han bi rêya diyalogê çareser bikin. 

Dadgeha Teksasê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê fermana desteserkirina keştiyê derxistibû, lê piştre Dadwera Amerîkî Nancy K. Johnson ragehand ku biryara wê ya roja duşemê ne di cihê xwe de bû ji ber keştiya United Kalavrvta ku petrola Kurdistanê tê de ye li derveyî hikmê Emerîkayê di ava navneteweyî de ye. 

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, derbarê keştiya petrolê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ragihand ku parêzerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyekî pêşkêşî Dadgeha Teksasê kirine û tê de derbarê yasayên li ser keştiya petrolê agahî dan. Û got: “Firotina petrola Kurdistanê bi destûr pêk hatiye.”

 

Nûçeyên têkildar