35 Kurdên Şebek hatin revandin.. Jin û zarok jî di nav wan de ne

Mûsil-KDP.info- Li taxa Cezaîr a bajarê Mûsilê, vê sibê çekdarên grûba radîkal a binavê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) 35 Kurdên din ên Şebek ber bi cihekî nediyar ve revandine.
Di vê derbarê de nûnerê kotaya Kurdên Şebek li Palamentoya Iraqê û serokê desteya şêwirmendên Şebek, Mela Salim Şebek, ji KDP.info re got: “35 Kurdên Şebek ên taxa Cezaîr a bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin ku hejmarek zarok jî di nav wan de ne û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.”
Salim Şebek herwiha got: “Ji dema ku DAIŞ destê xwe daniye ser bajarê Mûsilê heta niha, 147 Kurdên Şebek hatine revandin û çarenivîsa wan ne diyare.”
Ji wê dema ku di 10’ê Hezîranê de çekdarên DAIŞê Mûsil kontrol kirine û heta bi dehan Kurdên Şebek hatine revandin, bi sedan jî hatine kuştin ku heta niha jî çarenivîsa yên hatine revendin nediyar e.
Ji aliyekî din ve jî di şerekî navbera hêzên Kurdên Êzdî û çekdarên DAIŞê de li qezaya Şingalê ser bi parêzgeha Mûsilê 24 çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hatin kuştin.




