26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî mizgîniya peydakirina çekên giran da hêzên Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, îro çarşemê serdana hêzên Pêşmerge li eniyên şer li rojavayê Dicle li sînorê Rebîhe kir, fermandeyê lîwaya 8ê hêzên Pêşmerge jî dibêje Serok Barzanî mizgîniya wê yekê da hêzên Pêşmerge ku van nêzîkan dê çekên giran ji wan re peyda bikin.

 

Haşim Sîteyî, Fermandeyê lîwaya 8ê hêzên Pêşmerge li sînorê Rebîhe, ji KDP.info re ragihand: “Mebesta serdana Serok Barzanî ji bo hêzên Pêşmerge bo serdana eniyên şer û pîrozbahî kirin li pêşmergeyan bi boneya cejna remezanê, di vê serdanê de tekez kir ku karê pêşmergeyan karekî pîroze û bi bîrûbaweriyekê mezin erkê xwe cîhbicîh dikin.”

 

Haşim Sîteyî, got: “Serok Barzanî ji me xwest ku em berevaniyê li xelkê Rojavayê Kurdistanê bikin û hevkariya wan bikin û her pêwîstiyek wan hebe em ji bo wan cîhbicîh bikin.”

 

Sîteyî diyar jî kir ku “Serok Barzanî mizgîniya wê yekê da hêzên Pêşmerge ku van nêzîkan dê çekên giran ji wan re peyda bikin ji bona berevaniyê li axa Kurdistanê.”

 

Fermandeyê lîwaya 8ê hêzên Pêşmerge li sînorê Rebîhe Haşim Sîteyî di dawiyê de got: “Navçeya Rebîhe ji aliyê hêzên pêşmerge ve tên parastin û hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ne û niha ew navçe arame.”

Nûçeyên têkildar