26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî daxwaz ji Pêşmerge dike ku Rojavayê Kurdistanê jî biparêzin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî 3yemîn roja cejnê jî bi serdana Hêzên Pêşmerge derbas kir û daxwaz ji Pêşmerge kir ku wek çawa Başûrê Kurdistanê diparêzin, wiha Rojavayê Kurdistanê jî biparêzin û alîkariya wan bikin.

Îro, 30 tîrmehê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi alîkariya şandeke bilind ji berpirsên leşkerî û ewlekarî yên Herêma Kurdistanê, serdana Hêzên Pêşmerge li eniyên şer li rojavayê Dicle kir û cejna Remezanê li wan pîroz kir û li rewşa wan pirsî.

Serok Barzanî di serdana xwe de amaje kir ku: “Ev rewşa niha di rojevê de demkî ye û dê bidawî bê, lê ligel vê yekê pêwîste Hêzên Pêşmerge di amadeyiyek temam de bin.”

Herwiha Serok Barzanî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku: “Wek çawa xelkê Herêma Kurdistanê diparêzin, bi heman awayî xuşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê biparêzin û alîkariya wan bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de spasiya berxwedan û westandina Pêşmerge kir û ragihand: “Me ti carî nexwestiye sitemê li kesî bikin, di dema êrîşan de jî her dem Pêşmerge amadebû bo bergiriyê li welat bike.”

Carek din Serok Barzanî piştgiriya xwe ya temam bo Hêzên Pêşmerge anî ziman û got: “Pêşmergayetî erkekî pîroze û dîrok û paşeroja gelekî drust dike, kesê ku dibe Pêşmerge her dem hizra wê yekê dike ku welatê xwe diparêze.”

Di dawiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Xwedayê mezin kir ku “Şehîdên Pêşmerge bi beheşta berîn şad bike û birîndar jî bi zûtirîn dem baş bibin û hêviya serkeftinê jî bo Pêşmergeyên qehreman xwest.”

 

Nûçeyên têkildar