25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Têksas ji biryara xwe vegeriya: Em nikarin destê xwe dînin ser petrola Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Ew dadwerê ku doh sêşemê biryara destdanînê ser keşteya petrola Herêma Kurdistanê dabû, niha dibêje ku ew biryar ne yasayî ye.

Li gor raporteke Emerkî, dadwer Nansî Kî Conson ragihand: “Ew keşteya ku petrola Kurdistanê tê de ye, 60 mîl ji kenarên Emerîkayê dûre, ev yek jî bi wê watayê ye ku biryara beriya niha hatibû dan ji bona destdanîna ser wê keşteya ku behayê 100 milyon dolarî petrol tê de ye, niha nayê cîhbicîh kirin.

Ew dadwer herwiha dibêje: “Ew kêşeya ku di nabera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herlma Kurdistanê de heye, pêwîste li Iraqê were çareser kirin.”

Dadgerê Federal Nancy K. Johnson, ji ber ku tanker 60 mîl ji DYAyê dûr e, biryar da ku dê nikarbin dest danin ser tankera petrola Kurdistanê barkirî.

Dadgeha Herêmî ya Başûrê Teksasê  duhî li ser raya Hikûmeta Bexdayê biryar dabû ku dest dane ser petrola Kurdistanê. Îro jî dadgehê ev biryar rakir û ragihand ku ji ber ku tanker ji DYAê 100 kîlometreyan dûr e, ew dê nikaribin dest danin ser.

 

 

Nûçeyên têkildar