Başûr û Rojavayê Kurdistanê bihev ve tên girêdan

Ajans-KDP.info- Nexşeya Rojhilata Navîn bi serxwebûna Herêma Kurdistanê guhertineke mezin bi xwe ve dibîne û projeyek jî di rojevê de heye bo yekgirtina Rojava û Başûrê Kurdistanê wek dewleteke bihêz li Rojhilata Navîn daku bikaribe Tirkiye û Ewropa li beramber êrîşên DAİŞ’ê biparêze.
Di vê derbarê de Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê yê Stenbolê Behxat Îbrahîm got: “Egera yekgirtina Rojava û Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye û ne dûr e ku projeyeke wiha were cîbicîh kirin.”
Îbrahîm wiha axifî: “Ew nexşeya nû ya Rojhilata Navîn bi helwêsta Tirkiyê ya derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye û Tirkiyê razî ye bi yekgirtina Başûr û Rojavayê Kurdistanê wek dewleteke serbixwe.”
Rojnameya Radikal li ser zarê Behzad Îbrahîm wiha nivîsiye: “Nakokiyên PYD’ê li ser vê projeyê hene ku partiyeke nêzîkê PKK’ê ye, lê ne dûr e ku di dahatû de nerîna wan jî ya li ser vê mijarê bê guhertin û nabe em ji bîr bikin ku temenê peymannameya Sykes–Picot bidawî bûye.”




