26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistanê nameyekî pêşkêşî Dadgeha Teksasê kirine.. Skaleya Bexdayê nerewaye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li ser keştiya ku petrola Kurdistanê dibe Teksasê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê skaleyekî tund li dijî Hikûmeta Iraqê amade dike.

Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, derbarê keştiya petrolê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ragihand ku parêzerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyekî pêşkêşî Dadgeha Teksasê kirine û tê de derbarê yasayên li ser keştiya petrolê agahî dan. Û got: “Firotina petrola Kurdistanê bi destûr pêk hatiye.”

Aştî Hewramî di daxuyaniya di malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatî belavkirin de got: “Bexda hewl dide di dadgehên biyanî de encamekê werbigire, lê nikare di Dadgeha Bilind ya Iraqê de encamekê werbigire.”

Herwiha got, hikûmeta federal nikare bi vî şeklî encamekê werbigire, çimkî hinartin û firotina petrola xav ya Kurdistanê ji yasayan destûrê digire.

Di skalayê de daxwaziya pereyên Kurdistanê yên ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatî birîn jî tê kirin.

Nûçeyên têkildar