26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Wezîrê Şehîdan, 25emîna salvegera kîmyabaran û enfalê tê kirin

Çavkanî: KDP.info

Wezîrê Şehîdan û Enfalkirîyan yê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Aram Ehmed ragihand, ku ew dê 25emên salvegera kîmyabaran û enfalê bi çalakiyeka mezin û dêrendazeyeka niştimanî sazbikin.

Di evê derbarê de li gorî ajansa Aknews, Aram Ehmed ragihand ku  25emên salvegera kîmyabaran û enfalê li ba wan bîranîneke mezin e, lewma bi çalakiyeke mezin û rêwresmeke niştimanî wê bi bîr tînin û divê her takekî kurd rola xwe di vê yadeweriyê de hebe.

Aram Ehmed diyar kir ku wan bayex û giringîdan bi kesûkarên şehîdan zêde kiriye û ji bo vê yekê gelek yasa tên veguhertin.

Sala 1988an rejîma Baas a Iraqê operasyoneke mezin amade kir û li ser sê qonaxan dabeş kir û komkujiyeke mezin li ser Kurdên Iraqê pêk hêna. Di van êrişên ku wek bi Enfalê hatin binavkirin, 182 hezar Kurd hatin kuştin û 4.500 gund û bajarokên Kurdistanê  wêran bûn.

Enfalê 23yê Sibata 1988an dest pê kir û di 26ê tebaxa 1988ê de bi dawî bû.

Nûçeyên têkildar