26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Celewlayê parlamenterê PDKê ji hewla kuştinê rizgar bû

Çavkanî: KDP.info

Celewla-KDP.info- Parlamenterekî kurd ê Başûrê Kurdistanê li bajarokê Celewla yê Iraqê ji hewleke kuştinê rizgar bû.

 

Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Lêjneya Pêşmerge û Şehîdan a Parlamentoyê, Arî Hersîn îro li bajarokê Celewla yê parêzgeha Diyale ya Iraqê rastî êrişeke bombeyî hat.

 

Li ser vê bûyerê, Arî Hersîn ji KDP.info re got, min îro danê êvarê li Celewlayê serdana hêzên Pêşmerge kir lê di rê de bombek bi otomobîla min de teqiya.

 

Hersîn da zanîn, ew bomb ji dûr ve û bi kontrolê hat teqandin lê ti ziyaneke canî lê çênebû.

 

 

Nûçeyên têkildar