26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta herêma Kurdistanê cejina remezanê pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civata wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi peyamekê cejina remezana pîroz li hemû misilmanan pîroz dike û tê de dibêje îro ji hemû demên din zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî, yekdengî, pêkvejiyan û lêbihurînê heye, daku rê li metirsiyên terorê bigirîn û kurdistaneke avadan û civakeke bextewera pêşketî ava bikin. ev li jêr teksta wê peyamê ye:

 

Em cejina Remezana pîroz bi germî û ji dil li tev misilmanên herêma Kurdistanê û cîhanê bi giştî û bi taybetî li malbatên serbilindên şehîd û pêşmergeyê qehreman ku, li eniya şer parastinê ji ax û xelikê Kurdistanê dikin, pîroz dikîn. Em hêvîdar in, ev cejin, ji  bo hemû aliyan xêr û xweşiyê bi xwe re bîne û herêma Kurdistanê jî bi yekdengî û yekrêzîya hemû aliyên kurdistanî, li jêr sîbera xweragiriya pêşmergeyê qehreman de, li ser avêtina pêngavên baştir ji bona aramî, asudeyî û xwejiyaniya kurdistaniyan bedewam be.

 

Hêşta gelek pirsgirêk û astengî li pêşiya pêşketina herêma Kurdistanê de hene, ji ber hindê îro ji hemû demên din zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî, yekdengî, pêkvejiyan û lêbihurînê heye, daku rê li metirsiyên terorê bigirîn û kurdistaneke avadan û civakeke bextewera pêşketî ava bikin.

 

Em sipasiya cemawer û hemû aliyên peywendîdar dikin ku, hurmeta meha remezanê parast û pir ji dil pîrozbahî û destxweşiyê li pêşmergeyên qehreman û karmendên asayîş, polîsê tirafîkê, tendirustî û hemû wan karmendên rojên cejinê dûr ji malbatên xwe, bo xizmet û parastina aramiya herêma Kurdistanê terxan dikin û di dewamê de dibin, pîroz dikin.

 

Careke din cejin li hemû aliyan pîroz be û bihênvedaneke xweş û aram ji bo hemûyan daxwaza me ye.

 

Civata wezîrên herêma Kurdistanê

27.07.2014

Nûçeyên têkildar