26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Veberhênanekî Turkî: Baxdad li hember Hewlêrê di biwar petrolê de şikestin anî

Çavkanî: KDP.info

Hukûmeta fedral li Baxdadê di şerê xwe de ya ji bo wizeyê digel hukûmeta herêma Kurdistanê şikestin anî, ku ev herêma han her diçe ber pêşdikeve û geşepêdanekî bi lev bi xwe ve dibîne.

Di evê derbarê de li gorî ajansa Anadolu ya Turkî, ku birêveberê cihbicihkarê kompanîya Genel Enerji ya Turkî Muhemmed Sabîl got, bîrên petrolê yên li herêma Kurdistanê girîngîya xwe tomar kirin bi taybetê di biwarê bazirganî de, herweha derenkevtina karan di bîrên petrolên başûrê Iraqê, weha li kompanîyên petrolê kir ku berê xwe bidin herêma Kurdistanê.

Herweha Sabîl got, ew arîşeyên hilpesartî yên navbera Baxdadê û Hewlêrê yên derbarê bîrên gasê û beftê li hember kompanîyên cîhanî, Baxdadê têde şikestin anî.

Wek tê zanîn ku kompanîya Genel Enerji ya Turkî berî hemû kompanîyan berê xwe da bû herêma kurdistanê ku sala 2002 dest bi yekemîn pêkolên geranê li dûv petrolê li herêma Kurdistanê kir.


 

Nûçeyên têkildar