26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Koşka Spî rapirsiyê bo serxwebûna Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li ser malpera Koşka Spî rapirsiyek hatiye danîn daku hejmara dengan bigihe asta pêwist û bi fermî daxwaz ji Serokê Amerîkayê bê Barack Obama bê kirin ku piştgiriya Herêma Kurdistanê bike û bibe herêmeke bihêz.

Li gor nûçeya malperê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî demeke dûr û dirêj e hewla serxwebûnê li Herêma Kurdistanê dide û xebatê dike daku dewleta Başûrê Kurdistanê bê damezrandin ku Herêma Kurdistanê ye, taybetmendiyên wê hene û dikare baştirîn pêgeh be bo Amerîka û Rojava ku herêmeke demokrat e, tejî berhemên xwezayî ye û divê zêdetir girîngî pê were dayîn û bibe welatekî serbixwe.

Di wê malperê de hatiye ragehandin ku eger hejmara îmzeyan bigihe 100 hezarî, wê demê ev mijara han dikeve rêza karê serokê Amerîkayê û divê serok bixe rojevê û axaftin li ser were kirin.

Em jî daxwaz ji xwênerên xwe yên hêja û birûmet dikin bi coşeke netewî beşdariya rapirsiya han bikin daku rêya serbixweyiya Kurdistanê xweştir bibe.

Bo beşdarî kirin di rapirsiya han de lazime vê lînka han bitekînin û forma beşdariyê têjî bikin.

https://petitions.whitehouse.gov/petition/support-kurdish-independence/wk7K9SSp

 

 

Nûçeyên têkildar