26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parlamenterek: Divê beşa budceya Kurdistanê li gor rewşa nû bê diyar kirin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Parlamenterekî Kurd li Bexdayê dibêje Piştî cejna Remezanê komîteyeke taybet bo amadekirina budceya İraqê ya sala 2014’ê tê pêkanîn û pêwîste budceya Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê li gor rewşa nû bê diyar kirin.

Parlamentera Kurd li Bexdayê Necîbe Necîb, ji KDP.info re got: “Biryar hatiye dayîn daku komîteyek bê pêkanîn bo amadekirina proje-yasaya budceya giştî ya İraqê bo sala 2014’ê, di komîteyê de jî nûnerên hemû aliyan cîh digirin û herdu cîgirên serokê Parlamentoya İraqê dê serpereştiya komîteyê bikin.”

Necîbe Necîb da zanîn ku piştî cejnê dê komîteya navbirî dest bi karê xwe bike û wiha axifî: “Komîte divê kar li ser wê proje-yasayê bike daku di demeke kurt de were pesendkirin. Herwiha divê vê carê beşa budceya Kurdistanê li gor rewşa nû be, ne wek wêya ku berê bûyerên Mûsilê hatibû parlamentoyê, ji ber divê firotina petrola Kurdistanê, dahata navxwe ya Kurdistanê û pêdiviyên navxwe yên herêmê jî liber çav bên girtin.”

Nûçeyên têkildar