Seyda, opozisîyona Sûrîya daxwaza devera dije-firînê dike

Duhî roja yekşemê Serkirdeyekî opozisîyona Sûrîya ragihand, ku opozisîyona Sûrîya ya çekdar ewê li dijî rejîma Beşar El-Esed şer dike pêdivîya xwe bi devera dije-firînê heye.
Di evê derbarê de li gorî ajansa Reuters, Ebdulbast Seyda serokê Encumena Niştimanîya Sûrî ragihand, ku Amerîka niha zanî ku bê hebûna devera dije-firînê li hember hêzên asmanîyên Beşar El-sed, dê astengî bo liva opozisîyon çê bike.
Wek tê zanîn ku wezîra derveya Amerîka Hillary Kilînton ragihand, ku dê Turkîya û Amerîka bi hevdure pêşkeşkirina alîkarîyan bi opozisîyonê vexwenin û yek ji wan alîkarîyan çêkirin devera dije-firînê.
Wek tê zanîn ku supayê azadê Sûrîya hemû deverên dewrûbera bajêrê Helebê kontrol kirine û gelek deverên din jî wek Selahddîn û Seyfuldewle li nava evî bajêrî rizgar kirine.




