Îsmet Receb: Ti ziyanek negihiştiye me

Mûsil-KDP.info- Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Mûsilê ragihand ku di dema serdana wan de bo pêşmergeyên li çeperên şer, bobeyek çandî bi kerwanê wan de, teqiya lê tu ziyan negihişt wan.
Îsmet Receb, Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Mûsilê, ji KDP.info ragihand: “Îro yekşemê di dema serdana me de bo pêşmergeyên li şer de, li navçeya Wanikê ya ser bi qezaya Tilkêfê, bombeyek bi kerwanê me de me de teqiya, û bi xweşî tu ziyanekî giyanî negihişt me û em selametin.”
Berpirsê liqa 14 ya (PDKê) got jî: “Hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ne û ji aliyê moral û çek û pêdiviyên din de amade ne û ev 2 rojin navçe arame.”




