Mesrûr Barzanî: Hêvîdarim ev cejin bibe sedemê xêr û xweşiyê ji bo Gelê Kurd

Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta cejna remezanê, Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê ji malbatên şehîdan û tevahiya Pêşmergeyên qeherman û karmendên civata asayiş û dezgehên asayiş û polîs û mûsilmanûn kurdistanê dike.
Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê di peyama xwe de, bi helkefta hatina cejna remezanê daxwazê ji Xwedayê mezin dike rojî û îbadeta meha remezana pîroz li tevahiya Musilmanan qebûl bike û ev cejin bibe sedemê xêr û xweşiyê û bi destanîna awat û armancên Gelê Kurd û bi hevre jiyana aştiyane navbera gelan.
Li dawiya peyama xwe de Mesrûr Barzanî, dibêje: “Ez hêvîdarim ev cejin bibe fakterê bihêzkirina cane birayetî û alîkariyê bo tevahiya parçeyên Kurdistanê û destpêka dawî hatin bi tundûtûjî û şer li deverê û yevahiya cîhanê.”




