26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Endamekî Iraqîye, heger çaksazî sernekevt, dê pena dibin ber bi vepirsîna Malikî

Çavkanî: KDP.info

Endamê firaksîyona Iraqîye Qusey Cuma ragihand, ku heger karnameya çaksazîyê ya taybet bi çareserkirina arîşeyan sernekeve, alîyên Sîyasî dê pena ber bi vepirsîna Malikî serokê hukûmeta Iraqê ve bibin û bawerîyê jê vekşînin.

Di evê derbarê de li gorî ajansa nûçeya Îxbarîye, Cuma ragihand ku Hevpeymanîya Niştimanî ragihandîye ku birgehên karnameya çaksazîyê piştî meha Remezanê tê aşkerekirin û daxwaz ji alîyên Sîyasî kiriye ku pabendî bi destûr û birgehên rêkevtina Hewlêrê bibin.

Weha jî da nîşandan, ku heger karna heger karnameya çaksazîyê ya taybet bi çareserkirina arîşeyan sernekeve, wê demê pirosesa sîyasî ber bi dawîyê ve diçe û alîyên sîyasî bêçar dibin ku ber bi rêkeftina Hewlêrê û Necefê ve vegerin.

 

Nûçeyên têkildar