26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Celewla.. Ji doh ve 5 caran êrîşên DAIŞê tên şikestin

Çavkanî: KDP.info

Celewla-KDP.info- Ji doh ve, heta îro şemiyê, DAIŞ 5 caran êrîş kirine kirine ser hêzên Pêşmerge li bajerokê Celewla, lê hemû êrîşên wan hatine şikestin.

 

Şêx Cefer Şêx Mistefa, berpirsê liqa 15 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Xaniqînê, ji KDP.info re got: “Piştî ku di van heru rojên borî de, hêzên Pêşmerge êrîş kirin ser wan taxên ku di bin destê DAIŞê de bûn û ji bin kontrola wan derxistin, lê piştre ji ber çend şaşiyekê vekişiyan, û ji doh ve heta îro, DAIŞê 5 caran êrîş kirine ser pêşmergeyan, lê êrîşên wan hatin şikestin.”

 

Berpirsê liqa 15 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Xaniqînê got jî: “Di encama wan êrîşan de pêşmergeyek birîndar bûye û egerê wê yekê heye ku dîsa Celewla ji çekdarên DAIŞê were paqij kirin û pilan ji bona wê mebestê heye.”

Nûçeyên têkildar