26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Mûsil tenê 2 roj ji wan re mane û divê derkevin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Endamê encûmena parêzgeha mûsilê ragihand ku, DAIŞê 2 roj mohlet dane Kurdên Mûsilê ku eger ji wî bajarî dernekevin, wê bên kuştin.

Endamê encûmena parêzgeha mûsilê, Daûd Cinubî, ji KDP.info re ragihand: “Îro malbatên Kurd yên li Mûsilê ligel me axivîn û ji mere gotin ku çekdarên DAIŞê 2 roj mohlet dane wan, ku eger ew ji wî bajarî dernekevin, wê ew çekdar wan bikujin.”

Daûd Cinubî, got jî: “Ew daxuyaniya DAIŞê ku di dezgehên ragihandinan de hatiye belavkirin, ku têde DAIŞ red dikin gef li Kurdan hatibe xwarin ji aliyê wan ve, ew daxuyanî ne raste, ji ber ku hîna êrîşî jî Kurdan dikin.”

Ew endamê encûmena parêzgeha mûsilê, diyar jî kir ku “rewşa Mûsilê niha ji hemû aliyekî ve gelekî xerabe bi taybetî ji aliyê dabînkirina xizmetguzariyan ji bo xelkê wî bajarî.”

Nûçeyên têkildar