26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Serfeftina Kurdistanê bi yekrêziya me ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî, endamê polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) xuyar kir ku çawa PDKê di wîstgehên girîngên xebata Kurdyetiyê de rêberiya doza Kurdistanê kiriye, niha jî vê rol û erkê dibîne û tekez kir ku Serfeftina Kurdistanê bi yekrêziya me ye.

Mesrûr Brazanî, di dema pêşwazîkirina li xwendevarên gera 19 ya Ekadîmiya kadirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) de, ragihand ku kadir bazneya peywendiya navbera cemawer û serkirdatiyê ne û divê hevalên me di asta wergirtina vî erkî de bin û xelkê bo pêşerojeke baştir araste bikin.

Derbarê guhertinên deverê jî, Mesrêr Barzanî xuyakir ku “beşeke mezin ji deverên Kurdistanî vegeryane serKurdistanê ku bi awayekî giştî me arîşeya axa dagîrkirî nemaye, lê me sînorekî dirêj ligel DAIŞê heye, ku metirsiyeke mezine, lewra pêwîste xelkê Kurdistanê ji bo nehiştina vê metirsiyê, vê dîfaktoya nû li Iraqê berçav bigrin û piştgîriya serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê bikin ji bona encamdana referendum û serxwebûna Kurdistanê.”

Derbarê pêşeroja Kurdistanê jî, Mesrûr barzanî xuyakir ku “Herêma Kurdistanê di dema borî de nebûye metirsî bo ser çi welat û netwe û olekê ku fakterekê bihêz ji bo dabînkirina asayiş û aramî û nimûneyekî ciwane bo bihevre jiyanê. Li pêşerojê de jî Kurdistan nabe metirsî û her dê vê siyasetê perew bikin ku bûye sedema bi dest anîna piştgîriya navdewdetî ji bona Herêma Kurdistanê, lê serfeftina Kurdistanê bi yekrêziya navxweyî dibe, eger yek dengbin, li pêşerojeke nêzîk dikarin bihevre bighene armancên xwe.”

Derbarê Hêzên Pêşmerge jî, Mesrûr Barzanî dibêje: “Li ser me hemûyan pêwîste piştgîriya hêzên pêşmerge bikin û aliyên peywendîdar jî lezê bikin ji bona dabînkirina jiyaneke şayistetir bo hêzên pêşmerge ku erkê parastina sînorên Kurdistanê li ser mile wane.”

Li dawiyê de, Mesrûr Barzanî xelat bi ser xwendevanên gera 19 ya kadîrên PDKê belav kir û rêz ji desteya rêveberiya ekadîmiya Partiya Demokrat a Kurdistanê girt û hêviya serkeftinê ji wan re xwest ji bona pêgehandina neteweya hoşyar bo rêxistinên PDKê.

 

 

Nûçeyên têkildar