26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo Washington Post: Kurdistan ji bo serxwebûnê amade ye û me gelek hewl daye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de li gel Rojnameya Washington Post, dibêje Kurdistan amadeye, gelek direng jî bûye, pêştir piraniya xelkê Kurdistanê di vê warê de nêrîna xwe diyar kirine û biryara xwe dane, me jêrxana abûrî ya Kurdistanê amade kiriye, wate me gelek hewl daye û niha Kurdistan ji gelek ji wan welatan ku beriya niha serbixweyiya xwe diyar kirine amadetire.

 

Her derbarê serxwebûnê, Mesrûr Barzanî dibêje: “Lazime civaka cîhanî û hinek ji welatên derve meseleya serbixweyî qebûl bikin û qebûlkirina vê yekê jî ne ewqas zehmete jiber ku gelê Kurd naxwaze li ti deverekî de dijatî û neyartiya ti kes û aliyekî bike, em dixwazên jiyaneke baş û bextewer ji gelê xwe re dabîn bikin û dixwazin paşerojeke geş dabîn bikin, em dixwazên bi rêya aştî û danûstandinan li gel cîranên xwe ev pêngavên han bavêjin, perwerdegar ew mafa han bi gelê Kurd daye ku biryar bide daxwaza paşerojeke çawa dike, eger biryar li ser serxwebûnê da, wê demê ez bawerim ew yek ew rêye ku lazime civaka cîhanî bi başî li binêre û qebûl bike.”

 

Mesrûr Barzanî herwiha dibêje:“Pêdiviya me bi nasîneke siyasî heye bo her biryareke siyasî ku Kurdistan bo mayîna xwe dide. dem hatiye bilez navê Kurdan ji lîsteya terorê were derxistin û herwiha bilez hewl bo piştgîrîkirina hêzên pêşmerge yên Kurdistanê were dayîn daku bikaribe şerê DAIŞê û terorîstan bike. DAIŞê xwe bo şereke gelek berfire û mezin li dijî pêşmerge amade kiriye, ew yek jî bo Kurdistanê metirsiyeke gelek mezine, pêşmerge şer dike lê ez nebawerim ku ev bi tenê şerê pêşmerge be lewre lazime hevkariya pêşmerge were kirin.” Ev jî naveroka ew hevpeyvîna hane

 

Pirs: Di rojên derbasbûyî de li Başûrê de cîraneke nû bo we çê bû gelo dikarin behsa vê yekê ji me re bikin ka gelo ew yek bo Kurdistan û dînamîka nakokiyan çi wateyeke xwe heye?

 

Bersiv: Mixabin DAIŞê wisa bilez pêş diçe û artêşa Îraqê jî bilez hildiweşe ew yek bûye cêha fikarên tevahiya me, DAIŞê karî Mûsil, Tikrît, Enbar û çend deverên din yên Diyalayê dagîr bike û niha sînoreke wan ya hevbeş li gel Kurdistanê de heye ku nêzî 1000 kîlometreye û niha DAIŞê bûye cîranê me yê nû, mixabin niha ji rojên destpêkê gelek bihêztire jiber ku di rojên destpêkê de ku hatine Iraqê ti deverek dagîr nekiribû û herwiha dest jî bi ser ti çek û cebelxaneyekî de negirtibû lê niha beşeke gelek zêde ji axa Iraqê dagîr kiriye û çek û cebelxaneyeke gelek zêde ya artêşa Iraqê jî ketiye destê wan û niha xelkeke gelek zêde diçe nava rêzên wan bi rastî çend girûpek dilsoziya xwe ji do DAIŞê nîşan didin.

 

Li seraserê wan sînorên hevbeş de pevçûn di navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DIŞIê de qewmiye, em li hebûna DIŞIê li ser sînorên Kurdistanê ji aliyê Başûr ve gelek bifikarin, em li hember rewşa jiyana şîniyên wan deveran gelek bifikarin herwiha li hember metirsiyên ku nehatine texmînkirin jî bifikarin, mimkune êrîşên mezin li Başûr ya li Bakûrê Kurdistanê de jî pêk bînin, bêgoman dema tevgereke terorîstî cîranê me be vê demê em metirsiyên han derdikevin pêş û dilgiraniya mezin ya me derbasbûna wan terorîstan bo nav axa Kurdistanê ye.

 

Pirs: Gelo hêz û karînên we çi qasiye?

 

Bersiv: Birastî di destpêkê de em ji rewşeke wisa re amade nebûn jiber ku me texmîn nedikir ku tevgereke terorîstî ya weke DAIŞê bikarêbe artêşa Iraqê bilez hilweşîne, me hewl daye daku bo parastina sînorên xwe hêzeke gelek zêde bicîh bikin lê nayê zanîn ka gelo ew rewşa han heta kengî didome lewre me tedbîrên xwe stendine. Weke tê zanîn niha zêdetir ji yek miliyon aware li Kurdistanê de hene, beşek ji wan ji Sûriya hatine û beşeke din jî ji Iraqê hatine, em nizanin ew xelkê han çi karekî dike, piraniya wan qurbaniyên destê terorêne lê hevdem nikarin bibêjin ku di nava ew rewşa aloz de jî ti kesek di nava wan awareyan de tuneye ku niyeta wan xirab be.

Lewre em ji aliyekî ve hewl didin ku rewşa ewlekariyê bi başî biparizên û ji aliyeke din ve jî hewl didin daku li hember xelk tedbîrên tund yên ewlekarî nestînin ku bibin sedema ji navbirina asûdeyiya xelk, lewre çêkirina ew hevsengiya han, yanê parastina ewlekarî û nestendina ti tedbîreke nû karekî gelek zehmete.

 

Pirs: Derbarê şer de ez wisa dizanim ku hêzên pêşmerge jî hijmareke qurbanî dane, gelo wisaye?

 

Bersiv: Dikarim bêjim bi dehan xelk şehîd bûne.

 

Pirs: Gelo hun daxwaza çi cure hevkariyekî ji civaka navnetewî dikin?

 

Bersiv: Di her warî de bi taybetî di warê leşkerî de pêdiviya me bi dabînkirina çekên baş û cebelxaneyan bo hêzên pêşmerge heye daku bikaribin pêşiya pêşkeftina DAIŞê bigirin, pêdiviya me bi alaw û amûrên leşkerî heye, bi giştî pêdiviya me bi piştgîrî bo hêzên ewlekarî heye, herwiha pêdiviya me bi hevkariyên darayî bo wan penaberan heye ku hatine Kurdistanê û erkê civaka navnetewiye ku were hevkariya ew xelkê han bike û wisa neke ku hikûmeta Kurdistanê neçar be bi tenê ew erka han cîhbicîh bikin jiber ku ew yek kêşeyeke navnetewiye lewre pêwîste tevahiya aliyan beşdariya dabînkirina selametî û jiyaneke baş bo penaberên han bikin. Jiber pêşhatên vê dawî yên li Mûsilê bi taybetî ew tiştên ku li hember welatiyên Mesîhî tên kirin ( ku mixabin ji aliyê DAIŞê ve êrîşî wan hatiye kirin û hatine hayedar kirin ku dibe ya xwe biguherin yan dibe bac bidin anjî dibe ji deverê derbikevin) ew gefên han bûne sedem bi sedan malbetên Mesîhî berê xwe bidin Kurdistanê û me bi dilxweşî pêşwaziya wan kiriye û ew tişta ku ji me were bo parastina wan û dabîn kirina jiyanekî asûde bû wan emê bikin, jiber ku ew tiştên ku tên kirin tawaneke li dijî mirovatî, weke min got ew hemû kêşe bihevre derketin û îmkan û derfetên Kurdistanê jî sinordarin. Bêguman pêdiviya me bi piştgîriya siyasî heye, Iraq rastî şikestinekê hatiye û nikare weke welatekî yekgirtî bimîne, ev rastiyeke nû ya Iraqê ye, hikûmeteke faşil û sernekeftî li Bexdayê de heye û tundrewî û teror jî li Başûrê sînorên me de heye herwiha li seraserê Iraqê de ew yek tê dîtin ku milşayeke (çekdarên derqanûnî) gelek zor der ketine holê û ew milîşayên han şûna dezgehên hikûmetê girtine, em weke Kurd çawa dibe ku bêyî bingehekî qanûnî berdewam bin li ser bicîhanîna berpirsiyartiyên xwe hem bo parastina Kurdistan û xelkê medenî him jî bo parastina ew hemû penaberan? Lewre pêdiviya me bi nasîneke siyasî heye bo her biryareke siyasî ku Kurdistan bo mayîna xwe dide.

 

Pirs: We behsa piştgîriya leşkerî kir gelo dikarin derbarê danûstandinên xwe yên bi Amerîkayê ên di vê warî de agehiyên zêdetir bidin?

 

Bersiv: Pêdiviya me bi peymaneke xwedan rêçik heye weke nimûne Amerîka ya her welatekî Rojawayî ku dixwaze şerê terorê bike dikare piştgîriya me bike.

 

Pirs: Heta niha di warê teknîkî de navê PDKê û YNKê di nava lîsteya sisêyan ya terorê a Amerîkayê dene gelo ew weke kêşeyekî tê qebûlkirin ku bibe sedema vê yekê Amerîka hevkariya leşkerî pêşkêşî we bike?

 

Bersiv: Ew yek gelek bê wateye, tomarkirina navê PDKê û YNKê di nava lîsteya terorê de mesxereye, jiber ku me ne niha ne jî di demên derbasbûyî de karên terorîstî nekirine, Kurdistan bi vê yekê tê tawanbar kirin ku şerê rejîma Sedam kiriye, ew rejîma ku ji aliyê Amerîkayê ve hate hilweşandin, başe çawa dibe PDK û NYK di nava lîsteya sisêyan ya terorê de bin lê Amerîka bi xwe ew rejîma ku PDK û YNKê li dijî wê şer kiriye hilweşandiye? Ew yek lihev nagonce. Di rastî de niha PDK û YNK beşeke mizinên ji hikûkmeta Kurdistanê, ew yek gelek mesxereye, jiber ku PDK û YNK hevparekî gelek mezin ya Amerîkayê bûn di dema şerê dijî rejîma Sedam û azadkirina Iraqê de. Bo leşkerên Amerîkayê Kurdistan warekî gelek aram bû li li beşên din yên Iraqê de leşkerên Amerîkayê dihatin kuştin, em bi vê yekê serbilindin ku dibêjin yek leşkerê Amerîkayî di şerê Kurdistan û şerê dijî terorê li Kurdistanê de nehatiye kuştin, Kurdistan di warê hevpeymaniya xwe ya li gel Amerîkayê de dilsozî û dostatiyeke bê beramber kiriye, birastî di vê warî de ez dixwazên bang li wêcdana gelê Amerîkayê bikim daku ew bi xwe biryarê bide, hun weke gelê Amerîkayê xwedan dostekin bi navê Kurd ku piştgîriya pirensîbên demokrasî û nirxên Amerîka û hevbeş û dostê weye, başe çima hikûmeta we heta niha navê PDKê û NYKê di nava lîsteya terorê de der nexistiye? Kongress û Senatoya Amerîkayê di vê warê de hewl dide, me ji piraniya rayedarên Amerîkayê bîhistiye ku ev yek nadadperweraneye û lazime navê Kurd ji vê lîsteya han were reşkirin lê heta niha ew pêngava han nehatiye avêtin ew yek maye ku em li bendê bin û bibînin ka gelo ew yek asteng bûye daku Amerîka piştgîriya me bike. Lê ez wisa dihizrim ku dem hatiye bilez navê Kurd ji vê lîsteya han were derxistin û herwiha bilez hewl bo piştgîrî kirina hêzên pêşmerge yên Kurdistanê were dayîn daku bikarêbe şerê DAIŞê û terorîstan bike.

 

Pirs: Niha pêşmerge ji kûderê alîkarî û hevkarî werdigire?

 

Bersiv: Ev demeke em xwedan hêzên çekdarîne û me hinek alav û amûrên leşkerî jî hene û bo dabînkirina pêdiviyên leşkerî jî çi ji destê me were emê bikin, em ji bo hevkarî kirin û piştgîrîkirina hêzên pêşmerge daxwaza amadekirina çarçoveyake qanûnî dikin, dev ji min berde bila ez hinek behsa pergala parastinê ya Iraqê bikim, dibaya li gor destûra Iraqê pêşmerge beşek be ji pergal û hêzên parastinê yên Iraqê, li gor bûdce funeke diyar kirî heye ku ji bo pergala parastina Iraqê hatiye diyarkirin, di dema ku behs behsa erk û berpirsiyartiyan be pêşmerge beşeke ji hêzên parastina Îraqê lê dema behs dibe behsa maf, pirçek kirin û bûdce vê demê Bexda dibêje dibe ji parê ji sedî 17 yê Kurdistanê pêdiviyên hêzên pêşmerge werin dabînkirin, manaya vê yekê ewe ku Bexda bi vê rengî dixwaze tevahiya bûdceya Kurdistanê qot bike û ji bo parastina beşeke mezin ya Iraqê jî ne amadeye ku dînarek bide hêzên pêşmerge ku li gor qanûnê hate niha Kurdistan beşeke ji Iraqê, ev peyama ku gehêştiye me ewe ku erkê pêşmerge parastina welate lê ne xwedan mafe ku ji Bexda bûdce û çek werbigre. Amerîka gelek alav û amûrên leşkerî ji artêşa Iraqê re dabîn kir lê heta niha yek gole ji hêzên pêşmerge re neşandiye, ew rastiye û lazime tevahiya cîhanê jî vê heqîqetê bizanibe, Amerîka me bi tenê hêla daku em bi tenê şerê terorê bikin û piraniya ew hevkariyên leşkerî jî ku pêşkêşî artêşa Îraqê hatibûn kirin ketin dastê DAIŞê bo xelas bûn.

 

Pirs: Gelo çiqas ji wan hekvariyan gehêştiye destê Kurd?

 

Bersiv: Başe ez dibêjim ji sedî 70 heta ji sedî 80 ya hevkariyên han ketine destê DAIŞê û yên ku mayîne jî ketine destê takekes û qaçaxçiyan û hêzên pêşmerge jî bi tenê bo parastina wan deveran hatine liwandin.

 

Pirs: Gelo çekên artêşa Iraqê li wir bûn, diyare pêşmerge ew çekên han bo ku nekevin destê DAIŞê parastiye newisa?

 

Berisv: Betaliyon û yekîne tê debûn ku heta niha jî di destê artêşa Iraqê dene û hêzên pêşmerge jî hevkariya artêşa Iraqê dike, biryar biryarên takekesîne û xelk jî çek biriye lê ya rastî ewe ku pêşmerge dest bi ser çekên artêşê de negirtiye.

 

Pirs: Gelo hun cebelxane çawa dabîn dikin? Gelo tiştekî we ji derve re tuneye?

 

Bersiv: Ne mixabin tuneye, em hewl didin ew tiştên ku di destê me dene em wan biparêzin û ev cebelxaneya han têrê şerekî demdirêj nake lewre bo hevkarî çkirina pêşmerge me pêdivî bi rêyekî heye.

 

Pirs: Gelo ji derve kes heye cebelxane ji we re bişîne?

 

Bersiv: na

 

Pirs: ti kesek, ti tiştek?

 

Bersiv: Di warê qanûnî de li gor destûra bingehîn ya Iraqê, ewlekariya Kurdistanê pirseke navxweyiye û hêzên asayîşê jî ji bo parastina asayîş hatine amadekirin, heta niha çendîn car me li bazarên derve hewl bo dabînkirina hin pêdiviyan daye lê mixabin heta niha negehêştine ti encamekî, ew di demekî deye ku beşeke gelek zêde ji hevpeymanên me gotibûn emê hevkariya we bikin lê heta niha tiştek tuneye.

 

Pirs: Gelo niha lîstok hatiye guhertin?

 

Bersiv: Di warê piratîkî de me ti guhertinek nedîtiye lê gotinên birîqedar bîhistine lê guhetinên piratîkî me nedîtin.

 

Pirs: Bi wan çek û cebelxaneyan ku niha di destê we dene Kurd heta kengî dikare li hember wan êrîşan ber xwe bide?

 

Bersiv: Başe, ew yek girêdayî rewşa Iraqê ye ku gelo heta kengî bi vê rengî bidome û herwiha DAIŞê jî heta kengî li wir dimîne, gelo bihêztir dibe anjî lawaz dibe, niha deverek di destê DAIŞê deye ku mezintire ji ew navçeya ku di destê rejîma Sûriyayê deye û herwiha mezintire ji wan navçeyan ku di destê hikûmeta Bexdayê dene, ew çek û cebelxaneyên xwe ji Iraq, Sûriyê û terorîstên din dabîn dikin, niha DAIŞê bûye metirsî bo Kurdistan û deverê metirsiya ku hertim çek jê re tê, lê pêşmerge ti çekek ji ti aliyekî wernagire, dem bi vê yekê ve girêdayiye ku pêşmerge çi cure şerek bike, lê nîşane niha wisane ku DAIŞê xwe bo şereke gelek berfire û mezin li dijî pêşmerge amade kiriye, ew yek jî bo Kurdistanê metirsiyeke gelek mezine, pêşmerge şer dike lê ez nebawerim ku ev bi tenê şerê pêşmerge be lewre lazime hevkariya pêşmerge were kirin.

 

Pirs: Yanê ew bi êrîşên xwe cesaretê wer digirin?

 

Bersiv: Belê raste.

 

Pirs: Hevkariya niha ya li gel Amerîkayê di çi astekî deye ew di demekî deye ku çend şewirmendên leşkerî yên Amerîkayê li Kurdistanê dene?

 

Bersif: Ew beşeke ji biryareke mezin ya Amerîkayê a bo şandina şewirmendan bo Iraqê, hine ji wan berê jî li Hewlêr û Bexdayê de bûn û heta niha jî bi tenê bûyeran şîrove dikin.

 

Pirs: Gelo hun dizanin ku çi cure raportek ji Washingtonê re dişînin?

 

Bersiv: Hêvî dikim ku ew bi tenê bo ku şîretan li me bikin nehatibine Hewlêrê, jiber ku me zemûna pêwîst bo xwe parastinê heye, hêvî dikim raportên wan bibin hevkar bo ku Washington bizanibe rewş ta çi astekî aloze û herwiha pêdiviyên pêşmerge çî ne.

 

Pirs: Gelo bo çareserkirina ew kêşeya han Kurdistan û hêzên pêşmerge hevparên rastîn yên Amerîkayêne?

 

Bersiv: Kiriyar ji gotinan zelaltirin, bêguman eger ji her Efserekî artêşa Amerîkayê yê ku li Iraqê kar kiribe bipirsî wê ji te re bibêje ku pêşmerge hevpeymanên herî nêz yên Amerîkayê ne li Iraqê de.

 

Pirs: Di wan rojên dawî de Bexda hatine belefirên qarko bo Hewlêrê qedexe kir gelo ew yek bandoreke berçav heye li ser rewşê?

 

Bersiv: Mixabin ew biryareke gelek zarokane bû û Bexda bo veşartina şikest û siyasetên xwe yên şaş ew biryara han der kir, ew biryara han bandor li ser hevkariyên mirovatî, bazirganî û abûrî ya di navbera Kurdistan û cîhanê de, rawestandina firîna balefirên kargo bi vê rengî nedihat texmînkirin lê ez hatim hayedarkirin ku dubare firîna wan baelfiran destpê kiriye.

 

Pirs: Di warê darayî de Kurd di bin zextan deye gelo ew yek bandoreke çawa li ser rewşa ewlekarî dike?

 

Bersiv: Bêguman ew yek bandor li ser ewlekariyê dike, weke min got heta niha Iraqê ti carî para me ya sedî 17 ji Kurdistanê re neşandiye, piraniya mesrefên serekî ji qetandiye û jiber vê yekê heta niha ji sedî 10 anjî 11 ji Kurdistanê re hatiye şandin lewre hikûmeta Kurdistanê neçer bû ku ji pereyên xwe pêdiviyên hêzên pêşmerge û ewlekarî dabîn bike, biryara qotkirina bûdceya Kurdistanê biryareke girane li ser ewlekariya Kurdistanê.

 

Pirs: Gelo wisa nafikirin ku jiber petrolê guhertinek di wê rewşa han de were kirin?

 

Bersiv: Ew yek proseyeke gelek demdirêje, jiber ku di şevekê de mirov nikare asta berhem anîna petrolê zêde bike, eger asta hêlbirînê jî zêde bikî wê demê lazime bazarek bo firotina petrolê bibînî, mixabin Kurdistanê rastî gelek metirsiyan hatiye, di warê dabînkirina bûdceyê de Bexda zextên gelek zêde li Hewlêrê dike ew hemû arîşeyên han bûne sedema vê yekê ku ev biryara han hinek li ser Kurdistanê giran be.

 

Pirs: Gelo rewşa niha ya darayî bûye sedem ku Kurdistan di vê demê de serbixwe nebe?

 

Bersiv: Ew yek girêdayî bi helwesta civaka cîhaniye, ez bawer dikim di warê amadekariyên naxweyî de Kurdistan amadeye, gelek direng jî bûye, pêştir piraniya xelkê Kurdistanê di vê warê de nirîna xwe diyar kiriye û biryara xwe daye, me jêrxana abûrî ya Kurdistanê amade kiriye, dezgeh û saziyên me hene, Parlemen û dezgehên abûrî, wate me gelek hewl daye û niha Kurdistan ji gelek ji wan welatan ku beriya niha serbixweyiya xwe diyar kirine amadetire, eger şopandinek di navbera Kurdistan û hinek ji welatên cîhanê bikî vê demê ji te re derkeve ku Kurdistan ji wan gelek pêşkeftîtire, xwesteka me geleke û em dixwazên zêdetir ji vê yaku heye başti bin lê ez bawer dikim ku ev yek biryareke siyasiye, nekî ka gelo Kurdistan di warê abûrî de çiqasî amadeye, lazime civaka cîhanî û hinek ji welatên deverê meseleya serbixweyî qebûl bikin û qebûl kirina vê yekê jî ne ewqas zehmete jiber ku gelê Kurd naxwaze li ti deverekî de dijatî û neryartiya ti kes û aliyekî bike, em dixwazên jiyaneke baş û bextewer ji gelê xwe re dabîn bikin û dixwazên paşerojeke geş dabîn bikin, em dixwazên bi rêya aştî û danûstandinan li gel cîranên xwe ev pêngavên han bavêjin, perwerdegar ew mafa han bi gelê Kurd daye ku biryar bide daxwaza paşerojeke çawe dike, eger biryar li ser serbixweyî da, vê demê ez bawerim ew yek ew rêye ku lazime civaka cîhanî bi başî li binêre û qebûl bike.

 

Pirs: Gelo dikarin hinek li ser bandorên destpêkê yên vê pêngavê şîrove bikin?

 

Bersiv: Beriya niha li gor niha xelk hinek pêşiya vê meseleyê digirt û me ew yek ji hin welatên derverê û cîhanê didît ku dostên Kurd bûn, lê niha ez bawerim meseleya serbixweyiya Kurdistanê ji aliyê piraniya wan ve hatiye qebûlikirin. Ez bawer dikim ku fakterên siyasî wisa li xelk dikin ku biryarên rast bidin, ew derketin û bihêz bûna grûpên tundrew û radîkal li deverê de dibînin û dibînin ku di heman demê de jî Kurdistanê wargeheke aram û pêşkeftiye ku hatiye nujenkirin û lewre ji xwe re dibijin ku çima em piştgîriya gelekî aştîxwaz û xwedan çanda lêbûrîn û demokrasiyê nekin, di demekî de ku seraserê deverê têjiye ji alozî û pevçûn, çima em piştgîriya deverekî nekin ku ligor giştiya deverê yaku hatiye parçekirin serkeftîtir û aramtire?

 

Pirs: Gelo Amerîka zext li we dike ku li gel Bexdayê û Iraqekî yekgirtî de bin?

 

Bersiv: Heta niha siyaseta fermî ya Amerîkayê piştgîriya Iraqekî yekgirtî dike, lê Iraqê çi cure yekgirtiye? Gelo tiştek heye bi navê Iraqa yekgirtî? Gelo hikûmeta Malikî niha çiqasî dikare Bexda birêve bibe anjî Bexda kontrol bike? Ev di demekî deye ku navçeyên suneyan di destê hikûmetê de nemane, û herwiha tevahiya deverên şîiyan jî ne di destê hikûmetê dene, xwestek tişteke cudaye ji rastî, daxuyanî birîqedar û xweşin, Iraqekî yekgirtî, Iraqekî aştîxwaz û Iraqekî awedan,,,, lê ew bi tenê siloganin jiber ku rastî tişteke gelek cudaye, Kurd li hember parçekirina welat ne berpirsiyare, Iraq ji ber lawaziya hikûmeta Bexda, jiber teror û terorîzmê, jiber kêşeyên dîrokî, olî û netewî hatiye parçe kirin hevdem çendîn fakterên din bûne sedem ku welat ber bi rewşa han ve biçe, Kurd bi tenê weke fakterek hewl daye ku beşek ji Îraqê bi aramî û selametî bimîne, Kurd li hember ew tiştên ku li Îraqê de diqewmin neberpirisyare, xelkên din berpirisyarên lewre nabe Kurd baca şaştiyên xelkên din bide.

 

Pirs: Gelo li deverên Kurdistanî ên derveya îdareya Kurdistanê jî refrandom tê kirin?

 

Bersiv: Ew navçane ku bi rastî hatine dagîrkirin di nava destûra Iraqê de bi navçeyên ku kêşe li ser wan heye hatine nasandin, jiber ku di çarçoveya bername û planên siyasî de li Başûrê Iraqê de xelk ji wan deveran re hatiye şandin û di şûna şîniyên Kurd yên wan deveran de hatine bicîhkirin, li Kerkûk û hin deverên din…..

 

Li wan deveran de Kurd bi zordarî hatiye derkirin mal û milkên wan hatine dagîrkirin û li deverên din de bûne aware, piştî hilweşandina rejîma dîktator ya berê derfetek hate pêş ku ev xelk daxwaza mal û milkên xwe bike, ew hatin û bidarê zorê mal û milkê Kurdan birin bo xwe, Kurd jî dikarî tişteke wisa bike lê Kurd ew tişta han ya qirêj nekir jiber ku Kurd naxwaze şaştiyên rejîma Sedam dûbare bike, me xwest ew kêşeya han di çarçoveya destûrê de bi awayekî aştiyane were çareserkirin lewre danûstandin destpê kirin, madeya 140 ya destûra Îraqê hebû, ew madeya han 3 qonaxên curbicur bo çareser kirina kêşeya han diyar kiriye, yek ji wan qonaxan normal kirina rewşa wan deveran bû ku ew jî ji du beşan pêk hatibû, hilweşandina guhertina bi enqest ya demografiya deverê, û dibe tevahiya ew kesên ku bo guhetina demografiya deverê ji bo wan navçeyan hatine şandin werin wegerandin û qerebûkirin û herwiha dibe rê ji şîniyên resen yên wan navçeyan re were dayîn daku vegerin warên xwe û mal û milkên xwe werbigirin, bi kurtî li gor madeya 140 dibe ew erebên ku ji aliyê rejîmê ve bo deverê hatibûn anîn ji deverên xwe re dûbare werin wegerandin û Kurd jî wegere ser warê xwe. Beşê dudiyan ya qonaxa normal kirinê ew guhertinên îdarî ne ku dibe di warê sînorên îdarî de werin kirin, bo nimûne li Kerkûk, Kelar, Xormatû û ….

 

Ew heman ew deverên ku bi zanebûn ji vê parêzgehê hatine cudakirin daku bi vê rengî hijmara şîniyên Kurd li vê parêzgehê were kêmkirin, beşek ji wan deveran ji parêzgeha Selahedîn, Silimanî, Diyala û … hatine girêdayîn, mebest ji wan guhertinan guhertina demografiya Kerkûkê bû jiber ku dixwestin Kerkûk bikin bajareke erebî, beşa dudiyan hilweşandina ev prosesa han û çê kirina sînorên îdarî bû ew yek bi tenê ne bo Kerkûkê ye belku bo tevahiya wan deverane ku bi deverên nakokî li ser hatine nasîn.

 

Qonaxa dudiyan ya madeya 140 pêkanîna serjimêriyêye û qonaxa sisêyan jî ku ji hemûya wan qonaxan girîngtire lidar xistina refrandomê ye, refrandom bo vê yekê daku şîniyên wan deveran biryar bidin ka gelo çi dixwazên, gelo dixwazên beşek bin ji Kurdistan anjî beşek bin ji Îraqê, lê bi tenê şîniyên wan deveran maf heye ku beşdariya refrandomê bikin, ew kesên ku ji derve hatine nikarin beşdariya refrandomê bikin, ew maf tenê mafê şîniyên rastîn ya wan deveraye. Belê ev naveroka madeya 140 dibaya hatiba cîhbicîh kirin lê heta niha nehatiye cîhbicîhkirin, pere jê re hatiye amadekirin û çend kesek jî hatine qerebûkirin, lê serjimêrî û refrandom nehatin kirin û endamên lîsteya dewleta qanûnê ya ku Malikî serokatiya wê dike eşkere kirin ku me bi zanebûn nehêştiye madeya 140 were cîhbicîhkirin, ew roj biroj hewl didin ku bandora vê madeyê kêm bikin jiber ku naxwazên ew madeya han were cîhbicîhkirin, me zêdetir ji 11 salan bendewariya cîhbicîh kirina vê madeyê kir, baweriya me bi ew prosesa han ya demokratîk hebû û me digot ev prosesa han kêşeyên heyî çareser dike, lê niha rastiyeke nû di holê deye û ez dixwazim tekez li ser vê yekê bikim ku hêzên pêşmerge pêşan jî li wan deveran de hebûn, li Kerkûk, Xaneqîn, Şengal, Mexmûr, beriya dagîrkirina Mûsilê hêzên pêşmerge li wan deveran de hebûn, lê piştî dagîrkirina Mûsilê û serkeftina DAIŞê artêşa Iraqê ji wan deveran reviya û ev deverên han bicîh hêla û ti kesek nebû wan deveran li hember DAIŞê biparêze, lewre pêşmerge bi hest kirin bi berpirsiyartiya xwe ya nîştimanî û netewî ( jiber ku piraniya şîniyên wan deveran Kurdin) neçar ma berê xwe bide wan deveran û wan li hember DAIŞê biparêze, pêşmerge bi tenê Kurdan naparêze belku tevahiya pêkhate û şîniyên wan deveran diparêze ku pêk hatine ji Ereb, Mesîhî, Tirkiman û …

 

lê tevahiya ew xelkê han ji aliyê Malikî û artêşa Iraqê ve bêyî parastin hatin hêştin û pêşmerge jî hest bi berpirsiyartî kir û dest bi parastina rewşa ewlekarî û aramiya wan deveran kir û tirsa me ew bû ku mebada ew deverên han bikevin destê DAIŞê, başe kîjan başe kîjan baştirîn bijardeye? Em piştrastin ji vê yekê ku xelk çawa biryar li ser paşeroja wan deveran dide, bêgoman prosesa refrandomê ji aliyê hijmareke zêde çavdêran ve tê şopandin, eger xelk west bibe beşek ji Kurdistanê vê demê ev deverên han vedigerin ser Kurdistanê, ew xelk azade ku biryara xwe bide, jiber ku hikûmeta Iraqê di warê cîhbicîh kirina destûrê de serkeftî nebû û nexwest destûr cîhbicîh bike lê niha Kurd dixwaze bi vê rengî destûr cîhbicîh bike û mafê hilbijartinê bi xelk bide daku xelk biryara xwe bide ku dixwaze wegere ser Kurdistan anjî beşek be ji îdareya Bexdayê, em weke Kurd ti fikareke me li hember nasnameya Kurdî ya wan deveran tuneye, em goh bi wan tiştan nadin ku Ereb, Mesîhî ya kesên din li Kurdistanê dijîn jiber ku bo me girîng ewe ku ji kûderê heta kûderê jê re Kurdistan tê gotin.

 

Pirs: Gelo wergirtina wan deveran ji aliyê hêzên pêşmergeve pêdiviya xwe bi hewldaneke zêdetir heye?

 

Bersiv: Belê bêguman zor zehmete.

 

Pirs: Gelo tu wisa dibînî ku hun dikarin tevahiya wan deveran kontorl bikin?

 

Bersiv: Em hewl didin û bihêvîne, me beriya niha jî qurbanî daye, ew yek karekî zehmete ne asane.

 

Pirs: Di warê hevbeşî li gel Amerîkayê de gelo ti zêdebûnek di vê warî de heye?

 

Bersiv: Ez naxwazim behsa hin tiştên hesas bikim lê peywendiyên navbera me başin û ew peywendiyên han jî didomin û hewl didin peywendiyên han berdewam bin.

 

Pirs: Gelo heta niha we ti rêz anjî şaneyeke razayî ya terorîstan li Kurdistanê de hilweşandiye?

 

Bersiv: Belê di dema êrîşên derbasbûyî de hewldaneke bi vê rengî hebû û dixwestin rêzên xwe yên razayî çalak bikin lê hatin hilweşandin û çend kesek jî hatin binçavkirin.

 

Pirs: Gelo dikarin hinek zêdetir şîrove bikin?

 

Bersiv: Pîştî êrîşên Eylûla derbasbûyî hijmarek kes hewl dane, herî kêm du car hewl dane daku terorîstên xwe kuj bişînên ji Kurdistanê re lê ew her du terorîst hatin girtin. Hijmarek ji wan kesan jî ku ku Kurdistanê çûne Sûriya û bûne endamên DAIŞê, hinek ji wan hatine handan daku vegerin Kurdistanê û karên terorîstî bikin, hijmarek ji wan beriya ku her karekî bikin hatine girtin û hinek kesên din beriya ku biçin nava rêzên DAIŞê hatine girtin.

 

Pirs: Gelo piştî bûyerê Mûsilê hewldanê han zêde bûne?

 

Bersiv: Na me ti tiştek nedîtiye.

 

Pirs: We got hun li hember ew bûyerên han ecîbmayîne lê gelo raste ku Kurd Bexda beriya wan bûyeran hayedar kiribû?

 

Bersiv: Min got bilez hilweşandin û bilez paşve reviyana artêşa Îraqê bû sedema ecîbmayîna me, me dizanî ku li Başûrê Mûsilê de DIŞI heye, me Bexda hayedar kir ku DIŞI bernameya xwe bo Mûsil û derdorê amade kiriye. Kî texmîn dikir ku bi hijmareke çekdar ku nabin 2 hezar, DIŞI dikare bilez bajareke mezin weke Mûsil dagîr bike, kî hizira vê yekê dikir ku bi 2 hezar çekdar artêşeke mezin were hilweşandin, ev tiştên han bûn sedema ecîbmayîna me, çawetiya hilweşiyana arêtşa Îraqê bo me bû sedema ecîbmayînê, tişta dinjî ewe ku bi tenê DIŞI şer nekir belku çend girûpên din jî hene ku hevkariya DIŞIê kirine herwiha hijmareke zêde ji xelk jî yaku li djî siyasetên Bexdayê bû hevkariya DIŞIê kir, pêkhateya sune ne xwedan peywendiyên başe li gel Bexdayê de lewre pêkhateya sune pê xweş bû ku DIŞI hebe ne Bexda, sune pê xweş bû ku DIŞI deverê kontrol bike ne Bexda were ev deverên han kontrol bike. Texmîn bike ku ew xelk ta çi astekî ji siyasetên Bexdayê bêzar bûye, ew bêzarbûna han bû weke handereke mezin û bihêz daku DIŞI bi rewşa han bilîze û fêde ji bêzarbûna xelk ji Bexdayê werbigre.

 

Pirs: Gelo heta niha hun gehêştina wan girûpan ku ne DAIŞ bin?

 

Bersiv: Terorîst her terorîste ca bi çi form û bi çi awayî dibe bila bibe, em xwe nêzî wan nakin jiber ku em bi tundî li dijî terorêne, lê çend girûpek hen ku hinek serdemiyanene û endamên eşîretanin, ew jî dixwazin li dijî terorê rawestin û li hember DAIŞê xwe biparêzin, em wisa dihizrin ku xelk were hevkariya wan bike jiber ku em wisa nahizirin ku tevahiya suneyan piştgîriya DAIŞê bikin, beşeke gelek mezin ya suneyan jî bûne qurbaniya rewşa han, lewre lazime daxwazên sune ji terorê werin cudakirin, jiber ku daxwazên welatiyên sune daxwazên rastînin û li hember rewşa han jî bifikarin.

 

Pirs: Gelo hun ji nêz ve kar ligel wan eşîretan dikin?

 

Bersiv: Peywendiya me bi hijmareke zêde ji eşîretên sune re heye, lê mixabin jiber DAIŞê û ev pergala han yaku bi zor feriz kiriye, çalakiyên wan eşîretan gelek kêm û lawaz bûne.

 

Pirs: Di hin raportan de behsa vê yekê tê kirin ku DAIŞê hijmarek çekdarên xwe ji Mûsil der xistiye gelo hun çi dibêjin?

 

Bersiv: Ew gotinên han ne rastin, jiber ku DAIŞê bo êrîşan hêzên xwe dilwîne lê ew jî ne bi vê wateyê ye ku dev ji beşek ji Mûsilê berdabin.

 

Pirs: Gelo ti nîşanek heye ku DAIŞê bihêze?

 

Bersiv: Ez bawerin ew di destpêkê dene, lê her çiqas dem derbas bibe vê jiber hijmareke derfetan vê ew xwe dûbare organîze bikin û çekdarên nû ji xwe re dabîn bikin, ew bi 2 hezar çekdar hatin lê niha nêzî 12 hezar çekdarên wan hene.

 

Pirs: Gelo ew bi vê wateyêye ku dem fakter anjî meseleyekî cewheriye?

 

Bersiv: Belê bê goman.

 

Pirs: Yanê Amerîka û aliyên din ti sozek nedane we?

 

Bersiv: Heta pêngavên piratîkî nebînin em bi asanî bi daxuyaniyên siyasî gerim nabin.

 

Pirs: Gelo Tirkiye ti peyamek daye we?

 

Bersiv: Heta niha me ti pêngaveke piratîkî nedîtiye û ti kesek jî ti hevkarî ya piştgîriyeke madî nedaye me.

Nûçeyên têkildar