Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li serokomarê Iraqê yê nû dike

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, bi minasibeta hilbijartina wî bo serokomariya Iraqê, bi peyamekê pîrozbahiyê li Fûad Mesûm dike û ji kar û xebatên wî re serketinê dixwaz e.
Ev li jêr teksta peyama serokwezîr:
Bo birêz dr. Fûad Mesûm serokomarê Iraqê
Bi minasibeta hilbijartina we ji aliyê parlamentoya Iraqê ve weke serokomarê Iraqê, ji dil pîrozbahiyê li we dikim û serketinê ji we re dixwazim.
Di warê karê siyasî û, herwesa jî, di warê karê birêvebirin û hukimdariyê de li Kurdistanê we yên birêz tecrûbeke baş heye. Di van çend salên dawiyê jî de di pirosesa siyasîya Îraqê û amadekirina destûra nû a Îraqê û jiyana parlamentoyî de; weke serokê parlamentoya întîqalîya Îraqê û serokê firaksyona Hevpeymaniya Kurdistanî, roleke ber bi çavan hebû.
Em hêvîdar in ku, hûn bikarin bi awayekî timam destûra Îraqê biparêz in û hemû wan binpêkirinên li hember destûr hatine kirin rast kirin ku, wan binpêkirinên destûrê pirosesa siyasî û tewafiqa navbera alî û pêkhateyên iraqî têk da û kirîz û aloziyek mezin li Îraqê dirust kir û jiyana bi sed hezaran malbatan xiste rewşe dijwar de, herwesa rê ji bo grûpên şidetxwaz xweş kir ku, cîyê xwe li Iraqê bikin.
Em hêvîdar in hûn bikarin parêzerên mafê hemû gelên Iraqê bin ku, ew jî bi rêya parastina destûra Iraqê ye, herwesa bi lezgînî wan hemû binpêkirinên li hember gelê Kurdistanê encam dane nehêl in, bi tyabetî ew binpêkiirnên îsal derheqê gelê Kurdistanê de kirine.
Careke din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serketinê ji we re dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
24.07.2014




