25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanîpiştgîriya xwe ji bo yasaya pêvajoya çareseriya pirsa Kurd nîşan da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştgiriya xwe ji bo qanûna bi navê “Pakêta Çareseriyê” ya ku vê dawiyê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve hatibû derxistin, nîşan da û ragihand, ew piştevaniya gavên wêrek ên Erdogan dikin.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, piştgiriya xwe li hember qanûna bi nave “Nehîştina Terorê û Bihêzkirina Tevlêbûna Civakî” ku wek “Pakêta Çareseriyê” jî tê binavkirin, ragihand.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku hewl û xebatên Tirkiyê ji bona dabînkirina aştiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd li wî welatî mirov dilxweş dike û got, em hêvîdar in ev gavên han bibin havêna pêşveçûneke zêdetir ji hemû gelên Tirkiyê re.

 

Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya qanûna nû ya hikûmet û parlamentoya Tirkiyê kir û ragihand, ev qanûn ku bi pêşniyar û piştevaniya AKP û bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan hatiye derxistin gaveke pir girîng ji bo dabînkirina aştiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd e ji ber ku vê qanûnê gotûbêj û hewlên çareseriyê xist nav çarçoveyeke siyasî-qanûnî.

 

Di dawiyê de Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew piştevaniya hewlên wêrek ên Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ên ji bo çareseriya aştiyane û got, em hêvîdar in ev qanûn bibe derfetek baş ji bo pêkhatina aştiya civakî.

Nûçeyên têkildar