26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge Celewla jî kontrol kirin

Çavkanî: KDP.info

Celewla-KDP.info- Îro hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîş kirin ser wan taxên ku li devera Celewla di bin destê çekdarên DAIŞê de bûn û karîn wî bajerokî kontrol bikin.

Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Celewla, Kameran Mihemed, ji KDP.info re ragihand: “Îro hêzên Pêşmerge êrîşî kirin ser herdû taxên Tecnîd û Wehde ku di bin kontrola çekdarên DAIŞ de bûn û karîn ji bin destê wan derxînin.”

Kameram Mihemed, diyar kir ku “niha tenê li hinek cihên kêm çekdarên DAIŞê mane, û bi qenasê teqe dikin, lê hêzên Pêşmerge dest bi helmetekê kirine ku hemê deverê paqij bikin.”

Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Celewla ragihand jî, ku “du Pêşmerge şehîd bûn û hijmarek jî birîndar bûn, herwiha gelek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndar kirin.”

Nûçeyên têkildar