Fûad Mehsûm bû bi serokomarê Iraqê û sûnda yasayî xwar

Hewlêr-KDP.info- Namzedê Kurdan bo serokomariya Iraqê Fûad Mehsûm wek serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin û piştî hilbijartina wî bo serokomarê Iraqê ji aliyê parlamantoyê ve, Dr. Fûad Mehsûm sûnda yasayî xwar.
Parlementoya Iraqê îro pêncşemê 24-7-2014 dengdan li ser hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê da, bo kursiyê navborî jî 5 kesan xwenamzed kiribûn.
Di gera yekem a dengdanê de, her yek ji Fûad Mehsûm û Henan Fetlawî piraniya dengan bidest xistin, lê hejmara dengên wan negihîşt astê yasayî yê pêwîst bo serkeftinê di hilbijartinan de, bi awayekî ku Fûad Mehsûm 175 deng û Henan Fetlawî 37 deng bidest xistin, li gor destûra Iraqê jî pêwîste di vê rewşê de dora duyem ya dengdanê bê encamdan.
Berî destpêkirina dora duyem a dengdanê, hevrika Fûad Mehsûm, Henan Fetlawî xwe ji hevrikiyê vekişand.
Lewma Serokê Parlementoya Iraqê, Selîm Cibûrî ragihand ku dê hevrikî di navbera Fûad Meshûm û hevrikê sêyem de birêve biçe, lê hevrikê sêyem jî xwe vekişand, herwiha hevrikê pêncem jî xwe vekişand, lewma hevrikî di navbera Fûad Mehsûm û hevrikê pêncem, Hesen Mûsawî de birêve çû.
Piştî dengdanê û hejmartin û veqetandina dengan, Fûad Mehsûm bi piraniya 211 dengan serkeftin bidest xist.
Bi vê yekê namzedê Kurdan Fûad Mehsûm bi piraniya 211 dengan, ji aliyê Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî ve wek serokomarê nû yê Iraqê hat ragihandin û piştî hilbijartina wî bo serokomarê Iraqê ji aliyê parlamantoyê ve, Dr. Fûad Mehsûm sûnda yasayî xwar.




