26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Gul serkomarê Iraqê Fûad Mehsûm pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul bi riya telephone pîrizbahî li  Fûad Mehsûmê ku bû Serokomarê Iraqê  kir. 

Hat ragihandin, ku Serokomarê Tirkiyê Abdullah  HaHHkjkGul, got ku serokomariya Mehsûm dê piştgiriyê bide ewlehî, îstiqrar û refaha Iraqê.

Abdullah Gul da zanîn ku Tirkiye dê heyama bê de jî têkoşîna bi terorîzmê re jî di nav de bi hemû derfetên xwe dê di her qadê de hevkariya xwe ya bi Iraqê re berdewam bike. Gul Mehsûm vexwend Tirkiyeyê. 

Serokomarê Iraqê Mehsûm jî got ku Serokomar Gul beriya her kesî telefonî min kir û ez pîroz kirim û Mehsûm kêfxweşiya xwe ya der barê vê yekê de anî ziman.

Mesûm got ku ez girîngiyê didim têkiliyên bi Tirkiyeyê re û diyar kir ku dê maweya peywira xwe de van têkiliyan ji ewlehî, aborî û heta çandê di her qadê de pêş ve bixin.

Nûçeyên têkildar