Ban Ki Moon: Pêşmerge bi mêrxasî kêmnetewan diparêze.. Serok Barzanî: Êdî kurd li benda paşerojeke nediyar namînin

Hewlêr-KDP.info- Sekêrtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki Moon tevî heyeteke NY, hate Hewlêrê û ragihand ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi awayekî gelekî mêrxasî rola xwe di parastina kêmnetewan de dîtin û em jî wek NY’ê sipasiya wan dikin. Serok Barzanî jî got emê li ser destnîşankirina qedera xwe rijd bin ji ber ku êdî kurd li benda paşerojeke nediyar namînin û dê gelê me bi xwe biryara xwe bide.
Îro 24-7-2014, Ban Ki Moon û heyeta pê re li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Serokwezîr, wezîrê navxwe û hijmareke din ji rayedarên hikûmeta Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwaziyê û bihin vedaneke kurt, Ban Ki Moon û heyeta pê re ji aliyê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin
Di civînekî de ku ji bilî Serok Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê hevdem hijmareke din rayedarên Kurdistanê jî tê de amade bûn, rewşa Îraqê, êrîşên DIŞIê ên bo ser Mûsil û derdorê, êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser welatiyên Mesîhî û der kirina welatiyên Mesîhî ji Mûsil û derdorê ji aliyê DIŞIê ve hatin nîqaşkirin.
Serok Barzanî di civîna rojnamevaniyê de ragihand ku ev cara duyemîn e ku Kî-Moon îsal serdana Herêma Kurdistanê dike û got, helbet ev serdan derfetên baş in ji bona gotûbêjkirina rewşa deverê û guhertinên ku çêbûne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di civîna çapemeniyê de wiha axifî: “Em dê hewldanên xwe bixin tevgerê da pirsgirêkên İraqê bên çareser kirin, lê emê li ser destnîşankirina qedera xwe rijd bin ji ber ku êdî kurd nikarin li benda paşerojeke tarî bin û em li benda paşerojeke nediyar namînin û dê gelê me bi xwe biryara xwe bide.”
Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa wan Penaberên Iraqî bi taybetî welatiyên Mesîhî hate kirin ku jiber gerfên DIŞIê warên xwe bicîh hêştine û berê xwe dane Kurdistanê.
Her di civînê de behsa rewşa Sûriya û Penaberên Sûriya û Rojavayê Kurdistanê jî hate kirin û heyeta NY bi girîngî behsa hevkarî kirina wan Penaberan ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve kir û tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan her çend ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve rastî çendîn kêşe û arîşeyên darayî jî hatibe kirin lêbelê ji her welatekî zêdetir û baştir hevkariya Penaberan kiriye û ev helwesta han cêha dilxweşiya NY ye.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hate kirin û Serok Barzanî di vê çarçoveyê de siyaset û helwestên Kurdistanê ji heyeta NY re şîrove kir.
Ban Kî-Moon jî diyar kir, civîna wî bi Barzanî re civînek baş bûye û dilgiraniya xwe li hember rewşa Iraqê nîşan da.
Ban-Ki-moon jî qala Pêşmergeyên Kurdistanê kir û got: “Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi awayekî gelekî mêrxasî rola xwe di parastina kêmnetewan de dîtin û em jî wek NY’ê spasiya wan dikin.”
Li ser hilbijartina serokomarê Iraqê jî Kî-Moon got: “Ez pîrozbahiyê li Dr. Fuad Mehsûm dikim ku bû serokomarê Iraqê û NY piştgiriya serokomariya Iraqê dike.”
Sekreterê Giştî yê NY li ser rewşa penaberan jî got: “Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek zehmet ji penaberan re kişandine.”




