Serokê H.H.Kurdistanê û Kunsilê Poloniyayê Civiyan
duh Serokê H.H.Kurdistanê birzê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Kunsilê Poloniyayê yê li Bexdayê kir û di destpêka hevdîtinekî de Kunsilê Poloniyayê bi helketina destbikar bûna kabîneya 7an ya Hikûmeta Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de ku, Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdar bû her dû alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Poloniyayê de kirin û tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên han kirin.
Di dawiya vê hevdîtina han de Kunsilê Poloniyayê ev yek diyar kir ku, hijmareke zêde kompanî û pîşesazên Poloniyayê amadene ku, werin û li Kurdistanê de dest bi karê hêlbirînê bikin.
Nav hatî herwiha ev yek jî diyar kir ku, Zanîngehên Poloniyayê amadene Xwendekarên Kurd ên ku, dixwazin xwendina xwe bidomînin werbigirin.




