25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesîhiyên Mûsilê di xwepêşandanekê de daxwaza hevkariyê ji hikûmeta Iraqê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Mesîhiyên Mûsilê ku koçber bûne û berê xwe dane Herêma Kurdistanê xwepêşandaneke nerazîbûn encam dan û tê de daxwazên xwe gihandin Neyeweyên Hevgirtî.

Di xwepêşandana ku îro pêncşemê li Hewlêrê birêve çû, xwepêşanderên Mesîhî tên Mûsilê daxwaz kirin ku hikûmeta Iraqê û aliyên peywendîdarên navxwe û cîhanî bi zûtirîn dem bi hewara wan bên, û yadaşnameyek ku 7 xalan pêk hatiye, pêşkêşî Neteweyên Hevgirtî kirin.

Xwepêşandan ji Kenîseyekî Eynkawa li bajarê Hewlêrê dest pê kir û li pêşiya navenda Neteweyên Hevgirtî bi dawî hat, û di wê xwepêşandanê de daxwaz kirin hikûmeta Iraqê berpirsaretiya wan bixe histê xwe.

Di xwepêşandanê de mamostayên ola Îslamî jî beşdar bûn û piştevaniya xwe ji bo tevahiya daxwazên koçberên Mesîhî yên Mûsilê nîşan dan û çekdarên DAIŞê şermezar kirin û ragihandin ku tiştê ku ew cedar dikin, negirêdayî olê Îsalme.

Her di xwepêşandanê de hijmarek berçav ji rojnamevanên biyanî û navxweyî beşdar bûn.

Nûçeyên têkildar