26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fûad Mehsûm hat namzet kirin bo postê serokomariya Iraqê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Fûad Mehsûm wek namzetê Kurdan bo posta serokatiya Iraqê hilbijartin.

Parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Encûmena Nûnerên Iraqê, Eşwaq Caf ji KDP.info re ragihand ku, di civîna fraksiyonên Kurdistanî, aliyên Kurdistanî bo diyarkirina namzetekî bo kursiyê serokomariya Iraqê navê her yek ji Berhem Salih û Fûad Mehsûm xistin dengdanê de.

Parlementera PDKê, ragihand ku di civînê de 55 parlementer beşdar bûn bo diyarkirina namzetekî di navbera Fûad Mehsûm û Berhem Salih bo serokatiya Iraqê, û got: “Piştî veqetandina dengan Fûad Mehsûm bi piraniya 30 dengî bo namzetê Kurdan bo Kursiyê serokatiya Iraqê, herwiha Berhem Salih 22 deng bidest xistin û 2 dengên vala jî hebûn.”

Eşwaq Caf got jî: “Biryare îro Parlamentoya Iraqê seat 11 bicive û têde Dr. Fûad Mehsûm dibe namzetê Kurdan bi fermî bo posta serokomariya Iraqê.”

 

Nûçeyên têkildar