Kurdistan bû xwedî komisyona hilbijartinan
__2014_07_24_h0m20s25__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Parlementoya Kurdistanê proje yasaya referandûm û damezrandina komisyona hilbijartinan pesend kir.
Roja sêşemê û çarşemê palamentoya Kurdistanê, derbarê proje yasaya desteya bilinda serbixwe ya hilbijartinan û referandûmê li Herêma Kurdistanê rûniştin encam dan û piştî giftûgoyan, bi piraniya dengan ew piroje yasaye hate pesend kirin.
Seroka komîteya yasayî li Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Vala Ferîd, ji KDP.info re got: “Proje yasaya referandûm û damezrandina komisyona hilbijartinan bi piraniya dengan hat pesend kirin, ku ji 22 madeyan pêk hatiye û ev dû rojbûn giftûgo û civînên serokên frakisyonan derbarê hûrgiliyên komsyonê berdewam bûn.”
Vala Ferîd got jî: “Pesendkirina vê proje yasaye, li ser daxwaza Serok Barzanî bû, dema ku hat Parlamentoya Kurdistanê û daxwaz kir ku riyên yasayî bên girtin ji bo vegerandina wan navçeyên Kurdistanî yên ku di bin destê Pêşmerge de ne, û bi rêya yasayî ew dever vegerin ser Herêma Kurdistanê, lewra yekemîn pêngav ji bona wê yekê, damezrandina desteya serbixwe ya hilbijartinan û referandûmê, piştre emê yasayekê derxînin ji bo encamdana referandûmê ji aliyê wê desteyê û wê komîsyonê ve.”
Komisyona hilbijartinan dê ji 9 endaman pêk bê û dê li gor rêkeftina aliyên siyasî ew endam werin diyarkirin, herwiha dê ew komisyon serpiriştiya her referandûm û hilbijartinekê li Başûrê Kurdistanê bike.
Herwiha Seroka komîteya yasayî li Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Vala Ferîd, derbarê giringiya derxistina vê yasayê, da zanîn ku: “Girîngiya komisyonê di wê yekê de ye ku êdî çavlirêy komisyona hilbijartinan a Bexdayê nakin heta ku dema hilbijartinên me diyar bikin yan bibêje derfet û dema wan nîne.”




