26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê sipsiya alîkariyên Îmaratê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Raşid Elmesûrî konsulê giştiyê Îmaratê li Herêma Kurdistanê kir û ji bo wê alîkariya Îmaratê pêşkerşî penabaran kirî sipasiya hikûmeta Îmaratê kir.

Di dîdarekê de ku,îro (23.07.2014) li bajarê Hewlêrê hat saz kirin, rewşa penaberên surî û penaber û koçberên navxweyîya Îraqê li kampên Herêma Kurdistanê gotûbêj kir û ji bona di hewarhatin û pêşkeşkirina alîkariyan bo penaber û koçberan, serokwezîrê herêma Kurdistanê  bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasiya Îmaratê kir

Nêçîrvan Barzanî, bi taybetî, rola Heyva Sor a îmaratî di warê encamdna çend pirojeyên xêrxwazî bo penaberan, bilind nirxand.

Serokwezîr careke din di axaftina xwe de tekîd kir ku, penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê hene pêwîstî bi hevkarî û alîkariyên Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî heye û hêvî kir ku, hemû aliyên din, weke Îmratê bikin û di hewara penaber û koçberan de bên û alîkariya wan bikin û hvekariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin daku bikaribe weke pêwîst xizmeta penaber û koçberan bike.

Têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî (Îmarat) di civînê de hatin behis kirin û tekîd li ser xurtkirin û zêdetir pêşxistina têkeliyên di warê bazirganî û sermayerazandinê de hat kirin.

Nûçeyên têkildar