Fraksiyonên Kurd dê namzetê Kurd ê serokomariyê yekalî bikin

Hewlêr-KDP.info- Civîna polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bêy yekalîkirina pirsa namzetê YNK ji bo serokomariya Iraqê bidawî hat û dibêjin Fraksiyonên Kurd dê namzetê Kurd ê serokomariyê yekalî bikin.
Îro, çarşemê, polîtburoya YNK û polîtburoya PDK li Hewlêrê civiyan û piştî bidawîhatina civînê her yek ji berpirsê kargêrî yê polîtburoya YNK Mela Bextyar û endamê polîtburoya PDK Roj Nûrî Şaweys konfransek rojnamevanî lidarxistin.
Di komfransê de, Mela Bextiyar derbarê pirsa namzetê serokomariyê de got: “Me nameztê serokomariyê yekalî nekir û dê du namzetên me bo wî kursî hebin.”
Polîtbûroya YNK di civîna xwe ya vê dawiyê de nikarî li ser yek namzetê xwe ji bo serokomariyê li hev bike, lewma 2 namzet pêşniyar kirin ku ew jî Berhem Salih û Fuad Mehsûm in.
Bextiyar da zanîn ku ew, wek YNK û PDK, rêkeftin li ser wê yekê ku fraksiyonên Kurd ên li Parlementiya Iraqê namzetekî Kurd bo kursiyê serokomar yekalî bikin û got: “Tenê yek namzetê Kurd dê biçe Parlementoya Iraqê.”
ji bilî her du namzetên polîtburoya YNK bo kursiyê serokomar, endamê polîtburoya partiya navborî Necmedîn Kerîm bêy biryara partiya xwe daxwaza xwenamzet kirinê bo serokatiya Iraqê pêşkêş kir, di vê barê de berpirsê kargêrî yê YNK wiha diyar kir: “Me bihîst ku Dr. Necmedîn xwe vekişandiye”, lê heta niha Necmedîn Kerîm bi fermî xwenamzet kirina xwe venekişandiye.
Mela Bextiyar di vê barê de wiha ragihand: “Eger namzetê Kurd dernekeve, em dê ji proseya siyasî vekişin.”
Ji aliyek din ve endamê polîtburoya PDK Roj Nûrî Şaweys da zanîn ku li Bexdayê rêkeftin hatiye kirin li ser hilbijartina namzetekî Kurd bo kursiyê serokomar.




